Çaglar Demîrel: Em ê pêşberî dîrokê her tim serbilind bin

13:49

JINHA

ENQERE - Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel di dema nirxandina guhertina Destûra Bingehîn de axivî û got, "Em zanin we bi vîna xwe dengê xwe bi kar ne anîn. We li wijdanê xwe guhdarî nekirin û bi fermana Qesrê tevgeriyan."

Tûra duyemîn a nirxandina pêşnûme qanûna 'darbeyê' ku di bin navê 'rakirina destnedanê' de li hemberî HDP'ê tê kirin, dewam dike. Piştî ku xala yekemîn bi dengdanê hat erêkirin, nirxandina xala duyemîn destpê kir. HDP'ê pêşniyar kir, xala duyemîn ji paketê bê derxistin, lê ev pêşniyar nehat qebûlkirin. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel li rûniştina parlamentê axivî û ev pêşnûmeya AKP'ê weke "darbeyê" pênase kir û got, "Welat ber bi siberojeke tarî ve tê dehfdan."

Çaglar destnîşan kir, ku qebûlkirina vê pêşniyarê wê bibe rûreşiya parlamentê û got, "Adnan Menderes bînin bîra xwe. Biryara darbekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî weke rûreşiyê di nava rûpelên dîrokê de cih girt. Em her tim li hemberî lînce li Merve Kavakçi hat kirin, derketin. Me dît, ku parlamenterên DEP'ê bi darê zorê hatin birin û me ev qebûl nekir. Îro jî bi fermana Serokkomar, li hemberî parlamenterên vîna gel darbe tê kirin. Hûnê hesabê vê darbeyê bi rengekî giran bidin. 'Erê'kirina vê guhertinê tê wateya dehfdana Tirkiyeyê ber bi kaos û tarîtiyê ve. Di heman demê de dijderketina li demokraisyê ye. Qebûlkirina zîhniyeta darbeyê ye."

Çaglar bibîr xist, ku Ahmet Davûtoglû bi fermana Serokkomar ji wezîfeyê hat girtin û got, "Hûnê jî para xwe ji vê pêvajoyê werbigirin." Çaglar da zanîn, ku HDP'ê partiyeke jinan e, li Meclîsê jinan temsîl dike û got, "Ev guhertin, darbeya li hemberî vîna jinê ye." Çaglar axaftina xwe wiha dewam kir: "Em zanin we bi vîna xwe dengê xwe bi kar ne anîn. We li wijdanê xwe guhdarî nekirin û bi fermana Qesrê tevgeriyan. HDP'ê civaka Tirkiyeyê temsîl dike. Ev yek darbeya li hemberî civaka Tirkiyeyê ye. Me ragihand ku em ji ti tiştî natirsin. Em ê li pêşberî dîrokê her tim serbilind bin û têkoşîna xwe ya berxwedêriyê bidomînin. Lê belê yên ji destûra bingehîn a darbeyê re gotine 'Erê' wê serê wan timî xwar be."

Nirxandina pêşnûmeyê dewam dike.

(rc)