Fîlîz Kerestecîoglu: Em wek jinên ku berxwe didin wê derbasî dîrokî bibin
14:12
JINHA
ENQERE- Têkildarî xala yekemîn ya pêşnemûya ‘darbê’ ya ku hewl dide HDP’ê tasfiye bike de, dengdan hat kirin û 373 dengên ‘erê’ derket û ‘138’ heb jî red derket. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu li meclîsê axivî û got: “Jin aştiyê dixwazin. Hun ji hewldana darbeyê re dibêjin erê. Hunê bi vê derbasî dîrokê bibin. Emê jî wek jinên berxwe didin wê derbasî dîrokê bibin.”
Têkildarî xala yekem ya pêşnûmeya ‘rakirina destnedanan’ saet di 11.20’ê de dengdana yekemîn destpê kir û di 11.43’an de bi dawî bû. AKP’iyan li gorî esasê dengdana veşarî tevnegeriyan û serokê meclîsê Kahraman hişyar kir. Piştî kar û barê dengdanê bidawî bû şûnde derbasî jimartina dengdayînê hat kirin. Pitşî navber dan encamê navber nav yekbûnê. Piştî navberê xala duyem ya pêşnûmeyê û li ser hemûyan wê dengdan bidome.
‘Hun ji hewldana darbeyê re dibêjin erê’
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu li meclîsê axivî û got: “Dema destnedana me rabe, hunê bêjin qey ev jinên li kolanê nekarin vê têkoşînê bimeşînin? Li Tirkiyeyê rêya vê muzakereye. Jin aştiyê dixwazin. Hun ji hewldana darbeyê re dibêjin ‘erê’. Hunê bi vê derbasî dîrokê bibin. Emê jî wek jinên berxwe didin derbasî dîrokê bibin.”
Fîlîzê têkildarî gotinên Nacî Bostan yê AKP’î de ku ew hedef digirt de wiha got: “Ez ne Kurdim, Çerkezim.Dema em bi awayekî hevpar çûn Bulgarîstanê birê serokwezîr ji bo Bulgaristanê hinek gotin bikaranîn. Min dixwest ku li vir ji bo Kurdan jî bêje. Me her tim got em li dijî şîdetê ne. Ez îro carek din dibêjim, ez li dijî her cureyê şîdetê me. Ev 40 sale tenê dibêjin ‘teror’ û ev şer ranewestiya. Rêya çareseriyê muzakereye. Ez bi îradeya jinan û femînîst li virim. Jin aştiyê dixwazin, li vî welatî jin aştiyê wê ava bikin.”
(hu)