'Gotin ew ê pirsgirêkê Kurd bi siyaseta demokratîk çareser nebe'

14:43

JINHA

AMED - Berdevka KJA'yê ya Demî Ayla Akat Ata têkîldarê destnedayîna perlementerên HDP'ê diyar kir yek zîhniyet tê ferz kirin û wiha got, "Dewleta ku li hember vîna demokratîk ketiye nava qeyranê, çareserî bi rakirina destnedayîna siyasetmedarên Kurd dît. Gotin ew ê pirsgirêkê Kurd bi siyaseta demokratîk çareser nebe."

Ji bo destnedayîna parlementerên HDP'ê bê rakirin pêşnûmeya 'darbê' hat meclîsê û bi hevkariya AKP, MHP û CHP'ê bi 376 dengan hat erê kirin. Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Demî Ayla Akat Ata diyar kir ku divê tevahî hêzên demokratîk li hember tarbeyê AKP'ê daye dest pêkirin bibin yek û wiha got, "HDP'ê bi hatina gelek etnîk, nasname û bawerî cem hev avabû. Ji ber vê divê tevahî hêzên demokratîk bên gel hev û vê darbeyê têk bibin."

'Bê tehmûliya li hember Kurdan berdewam dike'

Aylayê destnîşan kir ku di salên 90'an de li hember wekîlên DEP'ê jî darbe pêk hatibû û wiha domkir, "Bê tehmûliya li hember dexwaza gelê Kurd yê aştî û azadiyê ji dîrokê heya roja îro berdewam dike. Ji ber dewlet di nava xwe de pirsgirêkên bunyawî dijî. Di bingehê wê de feresetê yek nijadperestî heye. Haya gotina yek ziman, yek dewlet û yek ol berdewam bike, li vî welatî 100 sal jî bibore ew ê tiştek neguhere. Gelê Kurd bi salane dexwaza azadiya xwe dikin.

'Di heman demê bi pêvajoyek giran re em rû bi rûne'

Ayla wiha dirêjî da gotina xwe, "Rakirina destnedayîna parlementeran bi pêvajoyên siyasî ên li Rojhilata Navîn û tevahî Tirkiyê ve girêdaye. Di çerçoveyê şerê li Sûriyê de 3. şerê Cîhanê tê jîn. Şoreşa Rojava pêre Kurdên li bakûrê Kurdistanê bi bandor kir. Em di heman demê de bi pêvajoyek giran re rû bi rûne."

Aylayê destnîşan kir ku divê di pêvajoyek yê rêxistinî derê holê û wiha pêde çû, "Berdewam kirine dorpêça li Sûr û Geverê û her wiha pevçûnên li Nisêbîn û Şirnexê encama ne hişyariya civaka Tirkiyê ye. Ji ber ev rastî li meclîsê hat teşîr kirin, destnedayîna parlementeran hat rakirin. Dewleta ku li hember vîna demokratîk ketiye nava qeyranê, çareserî bi rakirina destnedayîna siyasetmedarên Kurd dît. Gotin ew ê pirsgirêkê Kurd bi siyaseta demokratîk çareser nebe."

(rc)