'Yên tehemulê îradeya jinê nekirin ev darbe pêk anîn’
14:48
JINHA
AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven rakirina destnedanan nirxand û got ev darbeyek li ser îradeya jinan û gelane û got: “Parlamenterên jin yên HDP’ê ji bo çareseriya pirsgisrêkên jinan hêza çareseriyê bûn û yên tehemulê vê nekirin, darbe pêk anîn.
‘qanûna darbeyê’ ya ji bo rakirina destnedana HDP’iyan çû meclîsê bi hevkariya AKP û MHP’ê û desteka CHP’ê 376 deng girt û derbas bû. Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag piştî vê daxuyanî da û got ev darbe li dijî îrade û têkoşîna jinê hatiye kirin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêvajo nirxand got dengdana duh hatiye kirin pêşnûmeya darbeyê ye û got dema mijar dibe Kurd hemû hêz dibin yek. Leylayê got: “Di 1994’an de jî hewldana darbeyê çêbû. Çawa ku wê rojê poşman bûn wê îro jî poşman bibin. Yên ji wan rojan ders dernexistin, îro jî li parlamentoyê ne. Yê ji dîrokê ders dernexistin, nêze ku hesab bidin dîrokê. Kurdan her tim di siyaseta demokrtîk de israr kir. Lê Tirkiyeyê qebûl nekir. Yên niha serkeftina xwe pîroz dikin wê demek nêz de poşman bin.”
‘Pirsgirêk tenê li parlamentoyê nayên çareserkirin’
Leylayê got HDP ne tenê partiya Kurdane û got gelên Tirkiyeyê temsîl dike û wiha berdewam kir: “Duh darbe li îradeya gelan xistin. Li Parlamentoyê du caran hejmara jinan bi saya HDP’ê zêde bû. Armanca esas ev bû ku têkoşîna jinê tine bikin. dixwazin jin bêdeng bin. Li dijî têkoşîna parlamenterên jin yên HDP’ê tehemul nekirin. Lê em tevî her tiştî ti car teslîm nabin.
Endama DBP PM’ê Semra Demîr jî got hejmara zêdebûna jinan a di Meclîsê de meclîs nerehet kiriye û got: “ Tevî êrîşan di 7’ê Hezîranê de HDP ji sedî 13 deng girt û ket meclîsê. Bi hilbijartinên 1’ê Mijdarê re îradeya gel tine hesibandin. Gel bi ruhê seferberiyê di hilbijartinan de xebitîn û îro jî wê bo parlamenterên xwe bixebite. Bi awayekî fîlî ji xwe destnedan rabibû. Ew dengdan jî formalîte bû.
Dixwazin reng û dengê jinê paqij bikin
Semrayê got parlamenterên jin li meclîsê xebatên şênber meşandine û got ne tenê ji bo jinên Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo hemû jinên cîhanê xebat meşandine û hatiye xwestin ku pêşniya vê bê girtin. Semrayê got armanca sereke ya wê darbeyê jin bûne. Semrayê bi lêv kir ku dixwazin deng û rengê jinê têk bibin.
(hu)