Dê dest bi hevdîtinên 'Li hember darbeyê berxwedana demokratîk' bê kirin
11:11
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Dê bi pêşengiya KCD û HDP'ê bi diruşma 'Li hember darbeyê berxwedana demokratîk' li Kurdistan û metrapolên Tirkiyê dest bi hevdîtinên gel û mitîngah bê kirin. Em libendêne ku mitînga me ya Amedê bi tevlîbûnek zêde û kelecan derbasbibe."
Dê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bi diruşma 'Li hember darbeyê berxwedana demokratîk' li gelek bajaran bi gel re bên bahev û mitîngan lidarbixin. Li hember 'darbeya Sarayê' Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di derbarê xebatên xwe yên bi gel re hatina bahev de nirxandin kir. Leyla hema piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê 'pêvajoya darbeyê' ya hatî despêkirin bibîrxist û da zanîn ku ji bo avakirina diktatoriya bi navê 'pergala serokatiyê' salekê şer û komkujiyan berdewam kir.
'Em rênadin faşîzmê û kolanên xwe naterikînin'
Leyla destnîşan kir ku di pêvajoya şer de girtinan bênavber berdewam kir, li hemberî van hemûyan jî hevgirtina gel gelek giringe. Leyla bilêv kir ku dê bi welatiyan re bên bahev, pirsên wan bigirin û hewilbidin bibersivînin, piştî civînan jî dê dest bi lidarxistina mitîngan bikin. Leyla anî ziman ku dê despêkê li çar navendên Edene, Stenbol, Îzmîr û Wanê mitîng lidarbixin û wiha domand: "Di mitînga 5'ê Hezîranê ya Amedê de bombe teqiya. Her çendî bixwazin bi navê DAIŞ'ê amufile bikin jî diyar ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin. Wê demê welatiyên me yên jiyana xwe jidest dan û birîndarbûn hene. Xwestin bi van êrîşan welatiyan bitirsînin û ji qadan durbixin, lê welatî li hember faşîzmê li kolananin. Di kolanan de emê desturê nedin derbasbûna wan."
'Weke 1'ê Mijdarê dê tekoşîna gel berdewam bike'
Leyla derbirî ku dixwazin bi qirkirinan civakê teslîmbigirin, lê welatî li hember hemû cureyên êrîş û komkujiyan li ber xwedidin. Leyla balkişand ser pêvajoya "Emê te nekin serok" a li hember ên beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê dixwestin HDP'ê dibin bendê de bihêlin û bi wî awayî biçin diktatoriyê û da zanîn ku bi keda gel wê demê benda hilbijartinan derbaskirin. Leyla diyar kir ku hemû hesabên wan ên HDP'ê dibin bendê de bihêlin têkçun û wiha berdewam kir: "Deshilata siyasî û saraya ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê nasnekir, 8'ê Hezîranê dest bi pêvajoya darbiyê kir, di vê pêvajoyê de rê li pêşiya hilweşandin û qaosek mezin vekir. Polîtîkayên wan ên qirkirina siyasî û rakirina destnedanê ji aliyê gel ve bêdeng nema. Têkoşîna ku welatiyan di 1'ê Mijdarê de kirin dê di van roja de jî nîşan bidin."
Leyla destnîşan kir ku ji bo hêviyên gel li ser lingan bihêlin dê têkoşînê berdewam bikin, weke demboriyê pêvajoyên darbeyê yên hatî û derbasbûyî dê ev jî derbasbibe. Leyla bilêv kir ku li gel teqîna bombeya di mitînga Amedê de jî gel bi berxwedanek mezin çun hilbijartinê, ji bo wê jî ti deshilat li hember berxwedana gel nikare bisekine. Leyla piştî teqîna Amedê di 21'ê Adarê Newrozê de gotinên weke "kes naçi Newrozê" jî bibîrxist û da zanîn ku li gel hemû qirkirinan jî welatiyan qadên Newrozê dagirtin. Leyla wiha dom kir: "Di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyê de, weke kevneşopiya siyasetê bi navê gelan dikin, peyîwira me ya herî sereke vê pêvajoyê hîn baştir pêşdebirine. Ji bo wê jî emê ji bo 5'ê Hezîranê û Surê li qadan dengê xwe hînbilind bikin. Emê fînala wê jî li Amedê bikin. Em li bendêne mitînga Amedê bi tevlîbûnek mezin û kelecan derbasbibe."
Bername
Dê hevdîtinên bi gel re yên ku îro ji Misrica Sêrtê despêdikin li Êlih, Qoser, Wêranşar, Qers, Digor, Îdir, Bazid, Giyadîn, Agirî, Patnos, Erdiş, Bêgir, Wan, Qelqelî, Elbak û Colemêrgê berdewam bike. Piştî vê bernamê dê Stenbol, Edene û Îzmîrê jî mitîng berdewam bike heya 5'ê Hezîranê li Amedê dawî bibe.
(zt)