Dê DBP bi zêdetir rêxistinkirina jinan biçe kongrê

09:01

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Endama MYK ya DBP'ê Fatma Gul di derbarê 4'emîn kongreya DBP'ê ya ku dê di 28'ê gulanê de bêlidarxistin de wiha got: "Dema ku mirov hem li tevgera siyasî û hem jî li kevneşopiya partiyê dinêre ticarî bê alternatîf nemaye. Dê binçavkirin û girtin nikarin me bide sekinandin. Li gel hemû sepandinên natîdemokratîk jî em bê alternatîf nemane. Emê bi tevlîbûnek girseyî kongreya xwe lidarbixin."

Di 28'ê gulanê de Navenda Giştiya DBP'ê kongreya xwe ya awarte lidardixe. Beriya kongreyê girtina Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek û pêre berdewama qirkirinên siyasî bê navber berdewam dike. Diruşma sereke ya kongreya dê bi zêdebûna jimara jinan balkêşbe 'Bi înad azadî bi înad berxwedan' e. Girêdayî naveroka kongreyê Endama MYK ya DBP'ê Fatma Gul nirxandin kir. Fatma da zanîn ku bi girtina Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek re xwestin peyamekê bidin kongreyê, lê dê li hember hemû êrîşan kongreya xwe bi awayek hêzdar lidarbixin.

'Dixwazin pêşiya têkoşîna siyasî bigirin'

Fatma destnîşan kir ku divê ser girtina hevserokê giştiyê partiya wan bê sekinandin û wiha domand: "Armanca wan şikandina vîna gelê kurd a ku li hemberî rejîmê şerdikiye. Ev êrîşên polîtîkaya helandinê ne. Dixwazin bi şikandina hêza kurdan a li hemberî rejîma sarayê têkoşînek mezin dide tevahiya gelên li Tirkiyê teslîmbigire. Hewildide bi çêkirina navenda qaosê pêşeroja hemû gelan reşbike. Em girtina Kamuran Yuksek jî bi vî awayî digirin dest."

Fatma bilêv kir ku dê piştî kongreyê bibin partiyek a hemû gelên Rojhilata Navîn dinava xwe de bihewîne û wiha dom kir: "Dê piştî kongreyê partî banek hîn mezin tir ji bo hewandina hemû gelan veke. Emê bi gelê xwe re dest bi pêvajoya avakirinê bikin. Emê rengê jinan bidin kongreyê. Ev êrîşên ser partiyê tên kirin, dibinde êrîşên ser jinanin jî. Ji bo wê jî dê jin hîn zêdetir bi rêxistinî tevlî kongreyê bibin. Dema ku mirov hem li tevgera siyasî û hem jî li kevneşopiya partiyê dinêre ticarî bê alternatîf nemaye. Dê binçavkirin û girtin nikarin me bide sekinandin. Li gel hemû sepandinên natîdemokratîk jî em bê alternatîf nemane. Emê bi tevlîbûnek girseyî kongreya xwe lidarbixin. Weke Rêberê me gotî; 'Çî dikin bila bikin, dê bisernekevin.'"

(zt)