Hêvî Mistefa: Hember êrîşan tedbîrên ewlehî hatine girtin

09:13

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Hevseroka Encûmana Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkîldarê pêvajoya dawî nirxandin kir û got ji ber ew xwedî proje, artêş û pergalek demokratîkin, dê li hember her cure êrîş bi ser bikevin.

Hevseroka Encûmana Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa derbarê geşedanên siyasî yê li Sûriyê û bi taybet Rojavayê Kurdistanê nirxandinên girîng kir. Hêvî diyar kir ku aloziya Sûriyê bi salane dewam dike û got ji ber çareseriyek bingehîn nayê dayîn êdî xitimandin çêbûye. Hêvî destnîşan kir ku her çiqas kongre û civîn bi armanca çareseriya Sûriyê pêk werin jî, ji ber di bingeh de berjiwendiya desthilatdariyê heye tu encam nagre.

'Gel li herêmên xweser di nava aramî û aştî de dijîn'

Hêvî bilêv kir ku herêmên xweserî lê hatine îlan kirin, ji herêmên din cudatire û wiha got, "Gel li herêmên xweser di nava aramî û aştî de dijîn. Bi yekîtiya gelan pergala xweseriya demoratîk berfirehtir bû û di encamê de Girê Spî, herêmê El Şehbe û Şedadê tevî gelek bajêr hatin rizgar kirin." Hêvî destnîşan kir ku tevahî gelên Rojava li ser banga koordînasyona hersê Kantonan di bin sîwana federaliya demokratîk de li hev civîn û wiha domand, "Em di wê hêviyê de ne ku di demek nêzde bi aweyek pergalî ev xebat rêve biçe û hevpaymana civakî bikeve meriyetê. Wek rêveberiyên xweser em piştgirî didin vê meclîsa hevbeş."

'Tedbîrên ewlehiyê hatine girtin'

Hêvî anî ziman ku YPJ/YPG'ê bi têkoşîna xwe yê li hember terorê, hebûna xwe li tevahî cîhanê rewa kiriye û got, li kîjan herêmê gel dexwazê parastinê bike, hêzên YPJ/YPG'ê ji bo parastinê amede ye û wiha pêde çû, "Tirkiye, Qatar û Sudiye, ji bo berjiwendiyên xwe naxwazin pirsgirêkê li Sûriyê çareser bibe. Ji ber vê yekê bi tevahî hêzên xwe êrîşê herêmên xweser yê demokratîk dikin. Dewleta Tirkiyê ji bo êrîşa ser Efrînê, piştgirî dide tevahî komên çete ên li Sûriyê. Hem di warê leşkerî de hem jî di warê ajîtasyonê ve çi ji destê wan tê dikin. Dewleta Tirkiyê di nava hewildanane ku aramiya gel yê li Efrîn û herêma El Şehbe xirab bike. Armanc pêşî li sistema demokratîk girtine." Hêvî da zanîn ku vîna û amedekariya gel li hember her cure êrîş bi hêze û wiha dirêjî da gotina xwe, "Vîna gel bi hêze û baweriya me bi me heye. Tedbîrên ewlehiyê hatine girtin, nirx û kedê ku 5 salan bi kedê şehîdan hatî avakirin, tu hêz wê nekaribe têk bibe."

'Em gelek bi rêxistin kirîne'

Hêvî diyar kir ku ew di pêvajoyek hesas re derbas dibin û wiha got, "Em gelê xwe di her warî de hişyar dikin. Em pêvajoyek hesas re derbas dibin. Pêvajoya parastina destkeftiyên ku bi salane bi berdêlên mezin hatine bi dest xistine. Divê gel tedbîrên xwe bi hêztir bigirin û pergala federaliyê demokratîk tevî pêkhatiyên gotûbêj bikin. Yekemîn hêza li ser axa Sûriyê hêza meye. Ji ber em xwedî hêzên leşkerî, xwedî proje û pergala demokratîkin. Em gelek bi rêxistin kirîne. Pêwîst nake, em bi deh km rê bidin ber xwe û li bendê hin hêzbin ku pirsgirêkê Sûriyê çareser bike. Em wek zarokî vî welatî, xwedî van pirsgirêkanin û dikarin li hev bicivin û bi xwe çareser bikin.

'Li taxê gel hember ambargo û aloziyên mezin yekîtiya xwe avakirine'

Hêvî di dawiyê de, êrîşên hember Taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê jî bibîr xist û wiha got, "Ji ber ku li taxê gelê Kurd, Ereb, Sûryan û Aşûrî di çerçoveyê federaliya demokratîk de xwe bi rêxistin kirine û bi aramî dijîn rastî êrîşê hêzên tarî tên. Li taxê gel li hember ambargo û aloziyên mezin yekîtiyê xwe avakirine, ji ber vê êrîşek mezin heye. Bêdengiyek li hember hovîtiya li ser Şêx Meqsûd pêk tê. Divê her kes xwedî li şoreşa Rojava derkeve. Ji ber ku pergala xweserî û federaliya demokratîk wê ji tevahî gelan re azadiyê bîne."

(hs/rc)