Nursel Aydogan: Gel bi sekna xwe bersivê dide dewletê

12:20

JINHA

AMED – Parlamenterên HDP’ê li taxan bi gel re hatin cem hev û têkildarî geşedanên dawî de nîqaş meşandin û pirgirên gel guhdar dikin. Parlamentera Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku gel xwedî li îradeya xwe derdikeve û got: “Dewlet destnedanan radike û gel tine dihesibîne. Lê dema mirov li qadan dinêrin gel ji dewletê re dibe bersiveke baş.

Piştî ku hikûmeta AKP’ê bi CHP û MHP’ê re ‘qanûna darbeyê’ erê kir şûnde, parlamenterên HDP’ê jî hevdîtinên xwe yên bi gel re berdewam dike. Parlamenterên Amedê li navçeyan pirsgirêkên gel guhdar kirin û li taxan bi gel re tên cem hev. Parlamenter li Sûr, Baglarê û Yenîşehîrê kolan bi kolan geriyan û pirsgirêkên gel guhdar kirin. Her wiha têkildarî geşedanên dawî de jî nêrînên wan girtin û nîqaş meşandin. Nursel Aydogan li Sûr û Baglarê bi gel re hate cem hev û got: “Heta em pişta xwe bidin gelê xwe û gelê me li cem me be wê ti car nekarim me têk bibin. Em nûnerên gelê xwe ne. Ev ji bo parlamenterekî xaleke gelek girînge.

‘Gel xwedî hişmendiyek mezine’

Nursel got di rewşa hilbijartineke zû de wê HDP bi rêjeyeke bilind dengan bigire û got: “Me di van serdanên xwe de xwest pêvajoya siyasî ya rojeva Tirkiyeyê nîqaş bikin. Ji bo me hevdîtineke gelek bi fêde bû. Me pêşniyar û nêrînên girîng girtin. Me di serdanên xwe de ji gel nêrînên li ser rakirina destnedanan girtin. Gel xwedî hişmendiyeke bilinde. Dizanin ev darbe li îradeya wan hatiye kirin. Mesele ne ku parlamenter bikevin girtîgehê, mesele tasfiyekirina siyasetê ye.”

Nurselê diyar kir ku tê hedefkirin ku bi vê tasfiyeyê re HDP’ê di bin bendê de bihêlin û got: “Dixwazin gel li meclîsê bê îrade bihêlin. Lê me pişta xwe daye gel, em ti carî tenê nehiştin. Gel peyam daye me ku wê ti carî îradeya xwe nepelçiqînin.”

(hu)