Fîgen Yuksekdag: Şansê parlementeran ê nebûna hevkarê suc heye
16:08
JINHA
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li civîna koma partiya xwe de wiha axivî: "Yên ku vê zilmê ji me re rewa dibînin dê poşman bibin. Ev gel tu carî poşman nebû û dê tu carî jî poşman nebe."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag di civîna koma partiya xwe de têkîldarî geşedanan nirxandin kir. Fîgen diyar kir ku îxtidara siyasî Tirkiye mehkumî pêvajoyeke tarî kiriye û bal kişand li ser guhertina qanûna esasî ya ku hefteya borî hate kirin axivî. Fîgen tiştên ku qewimî wekî "darbeya meclîsê" bi nav kir û wiha berdewam kir: "3 partiyan koalîsyona darbeyê ava kirin û pêşnûmeya qanûnê hate îlankirin. Nêzîkatiya van hersê partiyan li hemberî nêzîkatiya HDP'ê ya bi biryar a îradeya siyasî demokratîk nêzîkatiyeke nedamokratîk bû. Siyaseta serdest şaşitiyên ku paşerojê de kirin carake din kir û dixwaze bi vî rengî siyasetê xurt bike. Di riyên we de îxtidarên berê jî derbas bûn. Lê yek ji wan jî nakarî derbas bibe, di dîrokê de winda bûn. HDP li dijî vî koalîsyona tarî tekane temsîla siyaseta demokratîk e. Ev bi pratîka xwa ya darbeyê ve HDP kirin tekane alternatîfa demokratîk. Bi hatina 3 şaşîtiyan cem hev dibêjin qey rastiyekî bibin lê ya rast dê wan têk bibe. Em bi vî bawer in. Bila hemû gelê Tirkiyeyê jî bi vî bawer be. Ew hersê şaşîtî dê ji aliyê rastiyekî ve ji holê bê rakirin. Feraseta Qesrê dê wan bibe." Fîgen bilêv kir ku di pratîkê de jixwe destnedayîn tuneye û bal kişand êrîşa ku li Qoserê duh li dijî wan pêk hat.
'Parlamenter dikarin nebin hevkarê sûc'
Fîgen a ku nirxandina "Li Tirkiyeyê kanalekî herî biçûk a ku siyaseta demokratîk pêş dikeve jî ji holê radikin" kir wiha dirêjî da axaftina xwe: "CHP ligel ku dizane li dijî qanûna esasî ye û vê tîne ziman jî pêşnûmeya darbeyê erê kirin. Bûn hevkarî vî sûcê. Îro li pêşberî me koalîsyona sûc heye. Partiyên ku li meclîsê divê şertên qanûna esasî bi cih bînen organîsazyona sûc pêk anîn. Îxanet li deng û îradeya gel kirin, qanûnekî darbe li mafên demokratîk dixe derbas kirin. Lê em ê nebin hevkarî vî sûcî. Lê parlamenter dikarin nebin hevkarî vî sûcî. Rêveberiyên partiyan dibir hevkarî sûc lê parlamenterên ku tên hilbijartin û tên meclîsê şansekî wan ê nebûna sûc haye. Ez carake din wan vedixwînim ku bila nebin hevkarê sûc. 110 parlamenterên ji qanûna esasî ya darbeyê re bibêjin na dê dîrokê binivîsinin. Gelên me yên ku bi pêşeroja Tirkiyeyê bawer in dixwazin ev dîrok bê nivîsandin. Beriya her tiştî ev temsîla parlamenterên hatine hilbijartin darseyek e. Em ê di vî pêvajoyê de di warê hiqûqê de têkoşîna xwe bidomînin û li ber xwe bidin."
Fîgen anî ziman ku ew ê di çarçoveya mafê şexsî de serî li Dadgeha Qanûna Esasî bidin.
'Duh stajyer, îro jî xirexaviyek heye'
Fîgen derbareyê lijneya wezaretan a nû jî nêrîna xwe wiha vegot: "Li gotinên partiyên siyasî yên di bin banê meclîsê de ên weke 'Em dê destûra serokatiyê nedin' nenêrin. Ev gotin hemû pûç in. Her kes dizane kî bo mirovahiyê têdikoşo, kî teslîm dibe. Di vê pêvajoyê de em baş dizanin ku lihevkirnên kirêt çêdibin. Yên ku teslîm bûn û îxanetî li nirxên mirovahiyê kirin, li pêşberî dîrokê sûcdar in. Îro yên bi wan gotinên pûç diqîrin, li hemberî qesrê bi awayekî destliserhev li hizûra qesrê sekinîne. Di vê pêvajoya darbeyî de û bi vê konsepta şerî ya ku heman derbe wê bi xwe re anî, li hemberî partiyên xwe jî derbe pêk anîne. Çend roj berê kongreya awarte ya AKP'ê pêk hat. Serokê giştî nû û MYK'eyeke nû hat pîşandan. Dûv re pîşandana serokwezîrekî û qabîneyê pêk hat. ev kesên li hemberî gelên me derbeyê pêk anîne, di nav xwe de jî bênavber derbeyê pêk tînin. Lewra pergala ku dixwazin ava bikin ji her aliyî ve dirûxe. Dê kongreya AKP'ê û qabîneya nû jî nesîbê xwe ji vê bigire. Dîmena ku îro xwe daye der; hikûmet û serokwezîreke bi her awayî profîla wan qels e. Gihaştin meqeseda xwe, lew ji xwe dixwastin serokwezîr û hikûmeteke profîla wî lawaz pêk bînin. Duh serokwezîrekî stajyer hebû, îro jî yekî xirexavî heye, serokwezîr li holê tune ye. Duh piştî hilbijartinan qabîneyek hebû, îro li mêrdewanên qesrê qebîneyeke ketiye rêzê heye. Ew serokatiya ku bi mehane dixwestin pêk bînin îro li ber çavên Tirkiyeyê bi awayekî aşkere pêk tînin. Hedefa serokwezîrê ku îro hat pêşandan jî serokatî ye. Ji bilî vê tu peywireke wî tune ye. Dê peywira ku bo wan hatiye ferzkirin pêk bînin., dê Erdogan bikin serok.
Lê bi bîatkirina qesrê bila li ber dilê xwe xweş neke, dê ji vî sûçî rizgar nebe. Hûn şirîkê sûçê qesrê ne. Sûçê ku hûn hevparê wê ne, hûn dê nikaribin jê xelas bibin. Bi feraseta qesrê re, sûcên ku pêk bên hûn berpirsiyar in. Serokwezîrê nû dibêje ku; 'Rêya me Tayyîp Erdogan e' ji bilî vê gotineke ku bê bîra mirov negot. Gotina ku di bîra mirov de ma ev bû. Dê çi xêr û bêra serokwezîrekî bi vî awayî bo Tirkiyeyê hebe? Birêz Bînalî beg hûn cara ewil daxilî vê rêryê nebûne. Heycan û peroşiya zêde nebaş e, beriya te Davûtoglû ekt vê rêyê. Rêya wî xerab bû. Hûn jî ketin wê rêya xerab. Di dawiya wê rêyê de aqûbeta Davûtoglû çawa bû, dê Yildirim jî pêrgî wê aqûbetê bê.
Îro feraseta ku kurê wî lis er maseyên qumarê pere û baca gel berhewa diki, hat pîşandan. Navê Bînalî yildirim bes bi qumara kurê xwe nayê zanîn, di sala 2004'an de dema bi tirêna lez şov dikir jî tê zanîn, ku berpirsiyarê bi dehan mirovên me yî jiyana xwe ji dest dan jî ew bi xwe ye. Wezîrê duh yê ku diviya hesab bide, îro wek serokwezîr hat pîşandan. Serokwezîrê ku kurê wî li tûrên qumarê ye, dê vî welatî bi rê ve bibe. Gelên Tirkiyeyê mehkûmî dîmeneke bi vî awayî dikin. Heke hûn vê dîmenê qebûl dikinmusteheqiya we ev e. Lê em xeyrî siyasî û fermî vê qebûl nakin. Heke li hemberî vê parêziya siyaseta demokratîk peywira me be, em dê heta dawî vê peywirê bi cih bînin."
Fîgen di axaftina xwe de balê kişand ser Civîna Mirovahiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî û got li welatekî ku nirxên mirovahiyê tê binpêkirin lidarxistina vê civînê ne rast e. Fîgen diyar kir ku li Tirkiyeyê sûcê mirovahiyê tê kirin û got "Azadiya axaftinê tune ye. Li girtîgehan cih nemaye. Li vî welatî di nav 11 mehan de 700 sivîl hatin qetil kirin. Ez yên çekdar nabêjim. Bajar hatin xirakirin." Fîgen anî ziman ku li Kurdistanê sûcên şer tê kirin û pirsa "Yên ku vê zilmê li welatiyên xwe dikin gelo dikarin malovaniya penaberan bikin" kir.
'Jinê mehkûmî dojehê dikin'
Fîgen der barê polîtîkayên zayendparêz a hikumeta AKP'ê de jî bertekên tund nîşan de û raporên ku di demên dawî de hatin amadekirin bibîrxist. Fîgen diyar kir ku bi navê parastina yekîtiya malbatê jin ji dojehê re tên mehkûm kirin û wiha berdewam kir: "Kevneperestiya AKP'ê ji jinê re dibêje 'Tu bimirî jî, rastî îşkenceyê jî werî tuyê yekîtiya malbatê xira nekî.' Eger yekîtiya malbatê ewqas pîroz e, ewlehiya jinê pêk bînin."
'Divê berxwedêr bibin yek'
Fîgen di berdewama axaftina xwe de balê kişand ser pirsgirêkên kedkaran jî. Fîgen bibîrxist ku karkerên madenê yên Zonguldakê çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin û wiha got: "70 karker 7 qat binê erdê de çalakiya xwe didomînin. Ji bo desthilatdariyê tu nirxê jin, karker, Elewî û Kurdan tune ye. Di nav van şertan de çi dibe bila bibe divê berxwedêr bibin yek."
'Em poşman nabin emê poşman bikin'
Fîgen di dawiya nirxandinên xwe de bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê yên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî da û wiha dawî anî gotinên xwe: "Bi provokasyona emniyetê êrîş kirin. Bi dehan kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Yên ku vê zilmê ji me re rewa dibînin dê poşman bibin. Ev gel tu carî poşman nebû û dê tu carî jî poşman nebe."
(kom/zt)