'Parlamenterên me ne di meclîsê de bin jî em ê li pişta wan bisekin in'

09:13

JINHA

WAN - Rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tuşbaya Wanê Emîne Çorak zagona rakirina parêzbendiya li ser parlamenterên HDP'ê ku di meclîsê de derbas bû, nirxand û got, "Çi dibe bila bibe, em heya dawiyê li pey vîna xwe ne. Her çiqas parlamenterên me ne di meclîsê de bin jî em şopdarên wan in."

Bertekên li hemberî zagona rakirina parêzbendiya parlamenteran ku çend roj berê bi dengê AKP, CHP û MHP'ê di meclîsê de derbas bû her ku diçe zêde dibe. Gelê kurd di civînên ku ji aliyê rêxistinên HDP, HDK û DTK'ê bi gel re tên lidarxistin nerazîbûnên xwe tînin ziman û diyar dikin ku ew heya dawiyê li cem parlamenterên xwe ne. Rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tuşbaya Wanê Emîne Çorak li ser rakirina parêzbendiya parlementeran ev tişt got: "HDP'ê her tim aligirê aştiyê bû û hemû kar û xebatên wê ji bo jiyanek azad û aştiya ne bû. Cudahiya gelan dewlemendiya civaka me ye. Diviya ku ev bihata pejîrandin. Lê mixabin ku ev nehat pejîrandin. Êrîşên li ser HDP'ê êrîşa li ser cudahiya gelan e."

'Em şopdarên parlamenterên xwe ne'

Emîne destnîşan kir ku di meclîsê de her tişt tê qebûl kirin lê qazdeya aştiyê HDP'ê nehat qebûl kirin û wiha berdewam kir: "Di meclîsê de aştî nehat qebûlkirin. Mixabin ku zilma desthîlatdariyê qebûl dikin. Di meclîsê de hemû polîtîkayên desthîlatdariyê hate qebûlkirin. Lê çi dibe bila bibe em heya dawiyê li pêy parlamenterên xwe ne. Ji ber ku ew parlamenter bi îradeya me çûn meclîsê û encax bi îradeya me derkevin."

Alikara Hevşaredara Edremetê Nurhayat Çelîk jî ev tişt got: "Divê pêvajoyê de me gelek parlamenterên xwe di nav birîn û xwînê de bir nexweşhaneyan. Dewlet bi her awayî êrîş dibe li ser parlanteran lê gel her tim li cem parlanterên xwe ye. Ez ne bawerim ku gel ji îro niha jî dev ji îradeya xwe berde û bernade jî."

(ho/rc)