Sebahat Tuncel: Em ê li Kurdistanê xweseriya demokratîk înşa bikin
09:12
Duygu Erol/JINHA
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku hem ew ê demokrasiyê li Tirkiyê pêşbixin, hem jî ew ê li Kurdistanê xweseriya demokratîk înşa bikin û got wekî Rojava û Kobanê li Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Gever û Şirnexê gel bi ser bilindiyek mezin ser piyanin.
Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) 4. Kongreye xwe yê awerte pêk anî û ji bo Hevserokên Giştî Sebahat Tuncel û Kamûran Yukselê hatin hilbijartin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel da zanîn ku ji ber Kamûran Yuksel girtiye ew ê wek xebatkar û endamên meclîsê bi aweyek kolektîf xebatên xwe rêvebibin û têkîldarê xebatên xwe ên pêvajoyê de nirxandin kir. Sebahatê destnîşan kir ku, di kongreyê nûde armanca wan yê hilbijartina Kamûran Yuksel, tê wateyê hember polîtîkayê hikûmeta AKP'ê di siyaseta demokratîk de îsrarkirine û got, li hember operasyonên qirkirina siyasî berteke. Sebahatê balkişand ku berpirsyariyek mezin dikeve ser milê wan û wiha got, "Ji ber erka hatî dayîn, me berpirsyariya pêvajoyê hilgirt."
'Ne bi tenê serê xwe em ê tev bi hevre rêvebibin'
Sebahatê bilêvkir ku ew di pêvajoya pêşde wek partî xebatek kolektîf pêk bînin û wiha domand, "Hevseroktî bi xebatek kolektîf dê xwe nîşanî raya giştî bide. Ne tenê bi serê xwe em e tev bi hevre rêvebibin. Di pêvajoya ku me kongre pêk aniye de qeyran û pirsgirêkên mezin hebûn. Qeyrana ku li Tirkiyê tê jîn di bingeh de ye, bandora xwe ne tenê li Kurdistanê, li tevahî gelê Tirkiyê dike. Karkerê madenê di greva birçîbûnê de ne, jin ji bo mafê xwe bi dest bixe her roj li kolanane.... Ji 7'ê Hezîranê û pêde gelê Kurdistanî di nava berxwedanek mezin dene. Di atmosferek wiha de dixwazin hêviyê mirovan tune bikin. Polîtîkayê ku AKP'ê tenê dide pêş, em napejrînin û em dibêjin 'alternatifek din yê jiyan heye'.
'Berpirsyariyên mezin dikeve ser milên me'
Sebahatê anî ziman ku hem ew ê demokrasiyê li Tirkiyê pêşbixin, hem jî ew ê li Kurdistanê xweseriya demokratîk înşa bikin û wiha direjî da gotina xwe, "Di pêvajoyek wiha de biryarbûnek mezin nîşandan dê siyaseta pêjarojê ronî bike. Berxwedan pêwîstiyek yê mirovbûnê ye. Îro berxwedana li Cizîr, Sûr, Silopî û Nisêbînê hatî dayîn ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji bo pêşaroja me û rûmeta mirovahiyê gavek girînge. Li Kurdistanê xanî û tax hatin hilweşandin, lê belê gelê Kurd bi serbilindiyek mezin hîna ser piyane."
'Em bi serbilindî ser piyanin'
Sebahatê derbirî ku li Kurdistanê li hember polîtîkayê dewletê yê qirkirin û xirakirinê gelê Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê berxwedaye û wiha pêde çû, "Wekî Rojava û Kobanê li Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Gever û Şirnexê gel bi ser bilindiyek mezin ser piyanin. Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê me. Ji ber erka hatî dayîn, me berpirsyariya pêvajoyê hilgirt."
(rc)