Wekîlên HDP’ê ji Meclisê pirsa: Hurşît Kulter li ku ye? pirsîn
14:31
JINHA
ŞIRNEX - Wekîlên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik û Aycan Îrmez, ji Serokwezîr û Wezîrên Karên hundir windakirina Rêveberên DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de hat windakirin û 3 rojin agahî jê nayê girtin pirsîn.
Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter di 27'ê Gulanê de hat windakirin û 3 rojin agahî jê nayê girtin. Wekilên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez, ji Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsa Hurşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de hat windakirin pirsî. Wekîlan diyar kirin ku li Şirnexê 79 rojin komkujî didome û tîmên taybet li Şirnexê Hurşît Kulter binçav kirine û agahî ji wan nayê girtin. Wekilan, anîn ziman ku tîmên taybet di hesabên xwe yên medya civakî de qebûl kirin ku Hurşît binçav kirine, lê Walî, Midûriyeta Polîsan û 23'mîn Fermandariya Cendrimeyan a Tumenê qebûl nakin ku Hurşît hatiye binçavkirin.
Wekilan da zanîn ku wêneyên Hurşît yên diyar dike ku hatiye binçavkirin di hesabê tîmên taybet a bi navnîşana "BOF @Tweet_Guneydogu" de hatiye weşandin û piştre ev hesap paşve kişandine. Wekîla HDP'ê Leyla Bîrlîk, anî ziman ku hesabê “@TweetGuneydogu" piştre dîsa çalak bûye û di 28'ê Gulanê de li ser hesabên twitterê peyama ‘Hurşit îro li taxa Yenî bi çeka M16 di çala kanalizasyonê de hatiye binçavkirin" belav kir.
‘Piştî daxuyaniya Serokomar ne tesatufî ye'
Leyla Bîrlîk, ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsa “Hurşit li ku ye?" pirsî. Aycan Îrmez jî ji Serokwezîr Binalî Yildirim pirsa “Piştî Serokomar Erdogan daxuyanî da siyasetmedarên me ji aliyê kesên nasnameyên wan diyar ve tên qetilkirin. Ev tesadifî ye?" pirsî.
Pirsên ku Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez yên der barê Hurşit Kulter de pirsîn wiha ne:
* “Hurşit Kulter li kuye?
* Li gel ku tevgera timên taybet di hesabên xwe yên medya civakî de gotin Hurşit Kulter di destê me de ye, Walî û Midûrê Polîsan ev yek çima înkar kirin?
* Ger ku Hurşit Kulter nehatibe binçavkirin çima di hesabê twitterê de ev peyam belav kirin?
* Zêdeyî 75 rojin qedexeya kolanan didome û Hurşit Kulter heta niha tax terk nekir. Piştî tîmên taybet di hesabên xwe de îtîraf kirin ku Hurşit di bin çavan de ye heta niha agahî jê nayên girtin. Ev tesatufî ye?
* Tê îdîakirin ku navnîşana "BOF @Tweet_Guneydogu" aydî kesê ku di sala 1990’an de endamê JİTEM'ê bû û endamê timên taybet e. Ev rast e?
* Binçavkirina Kulter û windahiya wî fikara me ya wî înfaz bikin û di bin çavan de winda bikin zêde dike. Hûn dê vê rewşê çawa aşkere bikin?
* Piştî Serokomar daxuyanî da û şûnde siyasetmedar hatin binçavkirin, hatin girtin û tên kuştin, ev tesatufî ye? " pirsîn.
(kom/zt)