‘Desthilatdarî cesareta pêkanîna komkujiyê ji bêhiqûqiyê digire’

10:41

JINHA

ENQERE - Parlamentera HDP’ê Selma Irmak, Nursel Aydogan û parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onur têkildarî komkujiya li gundê Roboskê ya Qilabana Şirnexê pêk hat û di komkujiyê de kesek mir û 7 kes birîndar bûn de, axivîn û diyar kirin ku ev komkujî parçeyeke polîtîkaya şer ya ku AKP li dijî gelê Kurd dimeşîne ye.

Fermandariya Alay a Gulyazi bi topên obusê li dijî gundê Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê êrîş pêk anîbûn û bertekên li dijî êrîşan berdewam dikin. Di êrîşê de Vedat Encu yê 17 salî jiyana xwe ji dest da û 7 welatî jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Selma Irmak axivî û diyar kir ku dosyaya komkujiya Roboskê ya di 2011’an de hat jiyîn û bê ceza hat girtin, ji ber vê jî cesareta pêkanîna komkujiyên nû hatiye dewletê. Parlamentera berê ya CHP’ê ya Stenbolê Melda Onur jî got: “Berambertiya kaçaxvaniyê ne bombebarane. Desthlatdariyê li bajarên Kurdan ev komkujî kiriye parçyeke polîtîka ya şer.” Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî got gelê Kurd nekare bi komkujiyan bê çewisandin.

Parlamentar Selma Irmak ji JINHA’yê re axivî û komkujiya di 2011’an de pêk hatiye bibîr xist û got: “Di ser komkujiyê re 4.5 sal derbas bû. Doz bê ceza hat girtin. Erdoganê ku wê demê serokwezîr bû û niha serokkomare, ji fermandarê giştî Necdet Ozel re ji bo operasyonê spasî kiribû. Komkujiya îro jî encama vê ye. Veşartina bûyerê, yek kesî jê ceza negirt.”

Selmayê di berdewamiyê de anî ziman ku li Tirkiyeyê bêcezabûn bûye ‘rêbaza hiqûqê’ û got wê şopdarên hemû komkujiyan bin û wiha berdewam kir: “Emê şopdarên komkujiya duh li Roboskê hat jiyîn û îro hatiye jiyîn bin. Divê rayagiştî bêdeng nemîne. Desthildatdarî cesaretê ji bêcezabûn û bêhiqûqiyê digire.

‘Bazirganiya sînor aliyê aborî yê pirsgirêka kurd e’

Selmayê bi lêv kir ku bazirganiya sînor aliyê aborî ya pirsgirêka Kurde û got ji ber polîtîkayên şer yên bi salane berdewam dikin li herêmê ti razemenî nehatiye kirin û got welatî ji bo debara xwe bikin, tiştekî nabînin û ji ber vê jî mirinê didin ber çavê xwe û serî li vêrê didin.

‘Divê lixwe mikûrhatina Reza Zarrab binêrin’

Selmayê dest nîşan kir k udi 2011’an de Îdrîs Naîm Şahîn yên peywira wezareta karê hundir dikir û Recep Tayyîp Erdoganê ku serokwezîrê demî bû gotibûn: “Kaçaxtî sûce. Ger nemiribana wê ji kaçaxvaniyê bihatana darizandin.” Selmayê got dibêjin kaçaxtî sûce û wiha got: “Ev mirov bi balafiran tiran zêran naynin. Pakêtên cigarê tînin. Trîlyonan qezenc nakin, 50 TL qezenc dikin. Ger kaçaxvanî bê lêpirsînkirin divê destpêkê li mikûrhatinên Reza Zarrab binêrin.”

‘Berambertiya kaçaxtiyê ne kuştine’

Parlamentera CHP’ê ya berê Melda Onur jî got: “Gelê ku bi salane mahkumê aboriyê hatine kirin, bi salane ji Tirkiyeyê para xwe negirtine. Tevî van gel bi kaçaxtiyê sûcdar dikin. Ger li vê herêm kaçaxtî hebe wê demê ev rewşeke îro pêk hatiye. Heta aboriya wir sererast nebe mirov nekarin bêjin ti çima kaçaxtiyê dikî. Madem ku ev 15 sale hikûmete wê demê divê vê pirsgirêka kaçaxvaniyê çareser bike. beramberê sûcê kaçaxtiyê ne bombebaranakirine ne kuştine.”

Parlamentera Amedê Nursel Aydogan jî got: “Tevî ku dizanin bazirganiya sînor tê kirin, operasyonek wisa dikin û tenê sedemek vê heye. Dixwazin têkoşîna ku ev saleke gelê kurd dide biçewisînin. Lê gelê kurd ti car naçewise. Polîtîkayên AKP’ê wê bê encam bimîne. Yên berxwe didin wê qezenc bikin.”

(hu)