Ji bo mitînga 5'ê Haziranê banga tevlîbûnê

13:43

JINHA

AMED - Li Amedê dê ji bo mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" di 5'ê Hezîranê de li dijî darbeya li hemberî îradeya gel bêlidarxistin bangawazî hate kirin.

Fînala hevdîtinên gel ên bi pêşengiya HDP, HDK, DBP û KCD'ê li dijî rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê tên lidarxistin dê di 5'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin. Ji bo mîtîngê salvegera êrîşa bombeyê ya ku par di 5'ê hezîranê de li dijî mîtînga HDP'ê pêk hat bi taybetî hate tercîhkirin û têkîldarî mîtîngê li Salona Konferansê ya KCD'ê civîna çapemeniyê hate lidarxsitin. PArlamenterên HDP'ê, rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê û HEvşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî beşdar bûn.

Berkevkê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Abbas Ercan axivî û diyar kir ku bi salan e îdareya gel tune tê hesibandin, AKP a ku destnedayînên parlamenterên HDP'ê rakir dixwaze serî li gelê kurd bide tewandin. Abbas got ku ew ê li dijî pêkûtiyên li hemberî gelê kurd li ber xwe bidin û têkoşînê heta dawî bidomînin.

Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan jî ji bo mîtînga di 5'ê hezîranê saet 16.00'an bê lidarxistin de got ku gelê Amedê bi awayeke xurtir xwedî li îrade û azadiya xwe derkevin.

(zt)