Fîgen Yuksekdag: Ji hêza gelê Kurd bitirsin

16:16

JINHA

COLEMÊRG- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag di lêkolîna li Geverê pêk anî de diyar kir ku dewlet bi êrîş û talankirinê dixwaza gelê kurd ji hêza xwe bitirsinê, lê gelê kurd ji berê zêdetir bihêz e, bila ew ji gelê kurd bitirsin.

Heyeket ku jî HDP,DBP,DTK û HDK'ê pêk dihat ji bo lêkolinê bike li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku 80 rojan dibin dorpêç û qedexeyê de bû hatin Geverê. Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên KCD'ê Hatip Dicle û Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka HDK'ê Gulistan Koçyîgît û gelek parlementerên HDP'ê yên Wan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Coban û Bekîr Kaya jî di nav de ne hatin navçeyê. Heyet di ketina navçeyê ji aliyê parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan ve hat pêşwazîkirin. Heyeta di serî de çûn serdana şaredariya navçeyê û pîşt re debasî taxên Kişla, Orman û Cumhuriyetê yên pêvçûnên herî zêde lê qewimîbûn. Piştî hin lêkolîn û serdana gel heyeta ku li taxên hatine şewîtandin û talankirin geriyan û lêkolîn pêk anîn. Heyet ji aliyê welatiyên Geverê ve rastî aleqeyek mezin hatin û şande yek bi yek welatiyên ku malên wan hetin şewîtandin û hilweşandin re aleqadar bûn. Heyetê piştî li taxan lêgirin û lêkolinê bi dawî kir daxuyanî da çapemeniyê.

'Gelê kurd dê hesabê bipirse'

Di serî de Hevserokê DTK'ê Hatîp Dîcle axîvî. Hatîp got ku talankirina li Geverê dişibihe êrîşên dervî mirovahî ên Îsraîlê hember gelê Filîtînê. Hatîp da zanîn ku hişmendiya dewleta tirk û ya Îsraîlê wek hev e û wiha axivî: "Em wek heyetekî hatin Geverê lê mixabin ku tişta me li taxan dît mirovan matmayî dihêle. Gelo kijan dewlet wiha êrîşê mal û canê gelê xwe dike. Gelê kurd li hemberî vê gelek bi hêz e. Dê gelê kurd helbet rojek hesabê bibirse. Em merak dikin ku dê bersiva dewletê ji gel re çibe."

'Heman dîmen li Cizir û Nisêbinê ji hene'

Piştî Hatîp Dîcle, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çavderiyên ku li taxan kirin bi van hevokan anî ziman: "Tişta ku me li vir dît bi rastî jî gotin têr nakin. Ne tenê li Geverê hêza dewletê li Kurdistanê wehşetek daye destpêkirin. Heman dîmen li Cizîr û Nîserbînê jî hene. Dewlet ne tenê li Gever li ser hemû gelê kurd ên ku girêdayî HDP'ê û têkoşina azadiyê ne dixweze hêrsa hilbijartinê ji serê wan derxe û ji xwe bitirsine. Dewlet bi van êrîşan çavê gelê kurd ditirsine. Lê bila baş bizane ku gelê kurd natirse û zêdetir ji dewletê aciz e." Figen di lêkolîna li Geverê pêk anî de diyar kir ku dewlet bi êrîş û talankirinê dixwaza gelê kurd ji hêza wan bitirsinê, lê gelê kurd ji berê zêdetir bihêz e, bila ew ji gelê kurd bitirsin."

'Ji hêza gelê kurd bitirsin'

Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncer jî got ku ew kesên çavên kurdan bi van êrîşan dîtirsine bila niha ji hêza kurdan bitirsin. Sebahat destnîşan kir ku gelê kurd li Cizir, Nîsêrbin û Geverê ji berê bi hêztir in bila ew
kesên ku kurdan ji hêza xwe dîtirsine niha û şûn de bitirsin.

Heyet pişti daxuyaniyê çûn Colemergê.

(kom/rc)