Sebahat Tuncel: Tiştên li Nisêbînê hatin jiyandin metirsîdarin
14:50
JINHA
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku li gel YPS'ê xwe paşve kişand jî êrîşên hêzên dewletê li Nisêbînê didomin û got: "We hevalê me Rêveberê DBP'ê Hurşit Kulter bi saxî girt, em bi saxî dixwazin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel, di çarçoveya “Siyaseta demokratîk" de ji bo rewşa herêmê lêkolîn bike Mêrdîn ziyaret kir. Sebahat, li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê tekildarî rewşa herêmê axivî. Sebahat, êrîşên li ser Nisêbînê şermezar kir û anî ziman ku li gel hêzên YPS'ê xwe paşve kişandiye jî dîsa êrîşên hêzên dewletê berdewam dikin. Sebahat, anî ziman ku piştî hêzên YPS'ê xwe paşve kişand, nêzî 80 welatî hatin girtin û rastî îşkenceyê hatin û wiha got: "Welatiyên hatin binçavkirin cuwal kişandin serê wan. Rastî lêdanê hatine. Em dê di qada navneteweyî de vê mijarê bişopînin û em vê yekê qebûl nakin. Li Nisêbînê 81 rojin êrîş pêk tên. Serfermandarê Artêşê 3 carin tê vê navçeyê û fermana êrîşê dide. Welatiyan li vir jiyana xwe ji dest dane. Lê em agahiyan ji wan nagirin.
Li Geverê di roja 38'an de operasyon bi dawî bûn, lê piştî roja 78'an qedexe bi dawî bûn. Di êrişên hêzên dewletê de 5 hezar mal hatin xerakirin. Em difikirin ku gelo li Nisêbînê jî rewşek wisa heye?. Li kolanan cenaze hene tunene em nizanin.
Ji roja şer li Kurdistanê hatiye destpêkirin û heta niha nêzî hezar welatî hatin qetilkirin û bi deh hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi hezaran xanî hatin xerakirin. Hêzên JOH, POH'ê her derê dagir dike. Li Gever, Şirnex, Sûr, Cizîr, Hezex û niha ji li Nisêbînê van êrîşan berdewam dike. Ev êrîş, talankirin û wêrankirin nayê qebûlkirin. Berpirsiyarê vê yekê AKP ye. "
'Em dê di 3'ê Hezîranê de li Nisêbînê bin'
Sebahat, destnîşan kir ku AKP li Kurdistanê sûcê mirovahiyê dike û wiha got: "Di êrîşên li ser Sûr, Cizîr û Nisêbînê de tenê gelên herêmê nakevin bin bandorê. Hemû gelê Kurdistanê dikevin bin bandorê. Erkek gelek mezin daye polîsan. Polîs talan dikin û wêran dikin. Em dê li dijî van êrîş û binpêkirinan di 3'ê Hezîranê saet 11.00'an de biçin Girgerîna Nisêbînê. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku tev li meşa me bibin."
'6 rojin agahî ji Hurşit Kulter nayê girtin'
Sebahat, anî ziman ku hêj agahî ji rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Külter agahî nagirin û wiha got: "We hevalê me Kulter bi saxî binçav kiriye. Em hevalê xwe bi saxî dixwazin. We rêveberên me yên HADEP'ê yên Sîlopyayê Ebubekir Deniz û Serdar Taniş winda kirin, lê em windahiyan qebûl nakin. Em hevalên xwe bi saxî dixwazin."
(kom/zt)