Karin: Girînge ku Elmanyayê xwe wek hevkarê sûcê qirkirinê dîtiye

12:55

JINHA

ENQERE - Cigira Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Karîn Karakaşli pêşnûmeya biryarê ya têkildarî qirkirina ermeniyan de ku ji aliyê Meclîsa Federal a Elmanyayê ve hatiye erê kirin, nirxand û got ger bi samimiyet û niyetek baş nêzî pêşnûmeyê bibin wê encamên erênî derkevin holê. Wergervana Ermenî Kayuş Çalikman jî got dibe ku Elmanya pêşnûmeyê wek hêmayeke tehdîdê li dijî Tirkiyeyê bikar tîne.

Meclîsa Federal a Elmanyayê têkildarî Qirkirina Ermeniyan de pêşnûmeya bi sernavê ‘Di dema 1915-1916’an de qirkirina li Ermenî û kêmarên din yên Xiristiyan hatiye kirin bibîranîn’ bi dengeke red û dengeke xwekişandinê erê kirin. Cigira Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Karîn Karakaşli pêşnûmeya biryarê ya têkildarî qirkirina Ermeniyan de ku ji aliyê Meclîsa Federal a Elmanyayê ve hatiye erê kirin, nirxand û got ev pêşnûmeya Elmanyayê li gorî yên welatên din cudane.

Karînê wiha got: “Cudahiya herî mezin ya di navbera pêşnûmeya Elmanyayê û welatên din de ev e ku Elmanyayê balkişandiye ser rola xwe ya dîrokî ya 1915’an. Tenê bi vê jî sînor nemaye û bi awayekî berfireh cih daye daneyên dîrokî. Împaratoiya demî ya Elmanyayê xwedî hemû agahiyan bû lê ev rastî ji parlamenterên xwe û rayagiştî veşartin. Niha ev danîn holê. Yanî xwe wek hevkarê vî sûcî îlan dike. Ger bi samimiyet û niyetek baş nêz bibin wê hêviyek bê dayîn.

‘Êşên ku tên kişandin ji ber înkarê pêk tê’

Karînê bi lêv kir ku pêşnûmeya ji bo qirkirinê hatiye amadekirin tenê Ermeniyên Tirkiyeyê û Ermeniyên dîasporayê eleqeder neke û got: “Ji ber ku komkujî, qirkirin sûcê mirovahiyê ye. Dema ku welatek vê jî înkar neke wê demê hêviyek heye. Em niha zilma li Kurdistanê dibînin. Dema em şahidiya vê bikin û van înkar bikin; bêguman hêvî gelek kêm dibin. Lê dîsa ez hêvî dikim.”

‘Di erêkirina pêşnûmeyê de hesabên din hene’

Wergervana Ermenî Kayuş Çalikman jî têkildarî mijarê de wiha got: “Elmanyayê di alî qirkirinê de para xwe daniye holê. Ev tiştekî başe. Lê em di sedemeke wisa de ne ku li Tirkiyeyê ti kes li hember hev nexwedî niyeteke başe. Di serdemeke wisa de erêkirina pêşnûmeyê pir jî ne bi bandor be wê. Merkel li dijî Erdogan heyraniya wê heye. Li gorî min di vê erêkirinê de hesabên din hene.”

(hu)