'Ji bo Şirnexê berê de nexşeya xirab kirinê hatibû xêzkirin'
10:02
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê her çend diyar kirin ku li Şirnex û Nisêbînê operasyon bi dawî bûne jî êrîş, xerakirin û wêrankirin didomin. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, têkildarî êrîş û dorpêça hêzên dewletê ku 82 rojin berdewam dike de diyar kir ku hêzên dewletê û hikûmetê êrîş komkujiyê berdewam dike û nexşeyên ku berê hatibûn diyarkirin xera dikin û bê mirov dihêlin. Aycan, da zanîn ku bajar ji sedî 70 hat rûxandin û dixwazin bi rûxandinê bajar vala bikin.
Hêzên dewletê di 14'ê Adarê de bajar dorpêç kirin û dagir kirin. Piştî hêzên dewletê bajar dagir kirin dest bi êrîşên çekên giran kirin û 82 rojin mal û taxên Şirnexê bi tang û topan tên xerakirin. Her çend hikûmet û hêzên dewletê bêje "Operasyon bi dawî bû" jî dîsa êrîşên hêzên dewletê yên bi maşîneyên zirxî berdewam dike. 82 rojin hêzên dewletê bi tang, top, hawan û obusan êrîşan pêk tîne û heta niha bi hezaran xanî xera kirin û hilweşandin. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, bertek nîşanî helwesta hêzên dewletê û hikûmetê da û diyar kir her çend bêjin operasyon bi dawî bûye jî xerakirina xanî û malan berdewam dike. Aycan, anî ziman ku ev politîkayên li hemberî kurdan bi keyfî pêk tên polîtîkayên komkujiya kurdan in û wiha got: "Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û şûnde li Kurdistanê şerê tunekirinê hatiye destpêkirin. Îxtîdara AKP'ê ya faşîst bi fermana Tayyip Erdogan ji bo vîna kurdan bişkîne, bajarên Kurdistanê dagir dike u dorpêç dike. Li vir sûcê mirovahiyê pêk anî."
Berdewama polîtîka 100 salan e
Aycanê, da zanîn ku piştî HDP'ê di 7'ê Hezîranê de bend derbas kir û ket meclîsê, AKP'ê bi civîna MGK'ê polîtîkaya "Tûnekirinê" xistin meriyetê û dest bi piratîka komkujiya kurdan kirin. Aycan, destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayîp Erdogan polîtîka 100 salan a tunekirina kurdan nûjen kiriye û wiha got: "Dîktatoriya Erdogan li dijî kurdan şerê bajaran da destpêkirin. Bajaran xera dike û dixwaze bajaran bê mirov bihêle. Ev êrîşek tevahî ya li hemberî gelê Kurdistanê ye. Ev polîtîka komarê ya 100 salan a li hemberî gelê kurd e. Berdewama Plana Islahata Şerqê ye. Di sala 1925'an de Plana Islahata Şerqê xistin meriyetê. Niha ev polîtîka nûjen kirine û berdewam dikin."
'Hurşit Kulter 9 rojin winda ye'
Aycanê destnîşan kir ku ên xaniyên xwe terk nakin û ji malên xwe dernakevin jî tên winda kirin û wiha pêde çû, "Rêveberê DBP'ê Hurşit Kulter ji mala xwe derneket. Ji ber vê yekê hat binçavkirin û winda ye. Em ji înfaza wî bi fikar in. Şerê taybet di salên 1990'an de mirov winda dikirin. Niha ev polîtîka berdewam dikin. Hurşit Kulter 9 rojin winda ye. Em tu agahiyan ji aqûbeta wî nagirin. Dixwazin vîna kurdan bişkînin. Bi xerakirin û wêrankirina mal û taxên kurdan dixwazin Şirnexê bê mirov bihêlin"
'Plana wan a xerakirinê berê hebû'
Aycanê bilêv kir ku hêzên dewletê bi tang û topan ji sedî 70 Şirnex xera kirin û hilweşandin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ev nîşan dide ku plana wan a xerakirinê berê hebû. Vê plana xwe ya bê mirov hiştinê berdewam dike. Bi taybetî nêzî 3 hezar xaniyên endam û rêveberên HDP û DBP'ê yek bi yek tên xêzkirin û tên hilweşandin. Di bin navê “rehabilitasyon”ê de xera dikin. Peyvirdarkirina Wezîrê Dewletê Tugrul Turkeş ji bo kurdan peyama înkarê ye. Erdogan jî fermana "Hewce be em dê xaniyan yek bi yek xera bikin û têkevin her malan" dabû. Niha hêzên dewletê vê fermanê pêk tînin. Ji ber ku nexşeya plana wan berê hatibû xêzkirin û vê plana xwe pêk tînin. Lê dê li hemberî dîrokê hesab bidin kurdan. Dê tev bên darizandin û cezakirin."
(rc)