'Berpirsê komkujiyên li Nisêbînê AKP'ê ye'
16:31
JINHA
MÊRDÎN - Li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê hatibû îdiakirin ku 20 kes ji hêla hêzên dewletê ve hatine înfazkirin û cenazeyê wan jî hatiye şewitandin. Der barê van îdiayan de heta niha ne ji hêla walî û ne jî ji hêla qaymeqam ve tu daxuyanî nehatiye dayîn. Herî dawî Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim diyar kir ku komkujiyeke wekî ya Cizîrê li Nisêbînê jî pêk hatiye.
Li gorî şahidekî, di 31'ê gulanê de 20 kes bi 4 ambûlansan anîn ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê û li wir ev 20 kes hatine înfazkirin û ji bo li pey xwe şopê nehêlin cenazeyên van kesan ji hêla hêzên dewletê ve hatine şewitandin. Kesê ji buyerê re şahidî kir û nexwest navê xwe bêje, buyer bi awayekî zelal parve kir û der barê îdiayên tên gotin de hêj tu daxuyaniyeke fermî ji hêla Waliyê Mêrdînê û Qaymeqamê Nisêbînê ve nehatiye dayîn.
Ji derveyî saziyên herêmî, her wiha ji hikûmetê jî heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim da zanîn ku buyereke wekî Cizîrê li Nisêbînê jî pêk hatiye.
Gulserê aşkera kir ku li navçeyê şerekî gelekî qirêj li hemberî gelê kurd hatiye meşandin û bal kişand ser daxuyaniyên walî yên wekî 'li Nisêbînê operasyon qediyan' û ev tişt got: "Heke operasyon qediyan bin ev rewş çî ye? Ji xwe bi qedexeyê re sedî 80'ê bajar hatiye hilweşandin. Tu tişt nehiştin. Bi tang û topan hilweşandin."
Gûlserê di dewama axaftina xwe de piştrast kir ku di dema dorpêçê de navçe ji hêla balafirên şer ve hatiye bombekirin, bi van pêkanînan dijminahiya, helwesta AKP'ê ya li hemberî kurdan bi awayekî zelal ji hêla hemû cîhanê ve hatiye dîtin.
Gulserê anî ziman ku buyereke wekî ya Cizîrê di 31'ê gulanê de li Nisêbînê jî pêk hatiye û ev tişt anî ziman: "Bi rastî jî komkujiyeke hovane ye. Em nizanin li ser sînorê Qamişloyê 20 kes anîne û şewitandine. Dîsa ji bo şopên wan winda bikin, sibehê dîsa hatine heman cihî û li ser delîlan dane girtin. Îdiayeke bi vî rengî hene. Ev çiqas rast e em nizanin, lê me agahiyeke bi vî rengî girt û berpirsyariya vê jî AKP ye. Berpirsyarên kuştinên li Şirnex Cizîr, Silopiya û Sûrê Serokomar Erdogan e. Erdogan her gavê dertê û di axaftinên xwe de 'ez li eniya we de paç dikim' dibêje. Li hemberî wan kesên ku hişmendiya DAIŞ'ê dihewînin vê peyvê bi kar tîne. Divê em hemû rûyê wan derxin holê."
(kom/rc)