'Emê li hember mudaxeleyên ser bedena jinê têkoşîn bikin'

12:43

JINHA

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di civîna MP a DBP'ê de axivî û diyar kir ku Pêvajoya pêş dê zehmet be û daxwaza azadiyê her ku diçe zêdetir dibe. Sebahat têkîldarî erêkirina qanûna darbeyê ya ku destnedayîna parlamenterên HDP'ê radike jî nirxandina "Rewşeke wisa bi Tirkiyeyê dide windakirin. Dê ji Tirkiyeyê re karasetê bîne. Em ê li hemberî vê bisekinin. Wekî DBP jî em ê li cem hevalên xwe bin."

DBP'ê piştî kongreya xwe ya awarte yekemîn civîna meclîsa partiyê li serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncelê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rexistina DBP'ê ya Amedê pêk anî. Beriya civînê Sebahat axivî û diyar kir ku tunebûne Hevserokê Giştî Kamuran yuksek civîna xwe pêk tînen lê bi riya pavrêzerên xwe pêşnîyarên xwe ji bo civînê ragihandiye. Sebahat anî ziman ku pêkûtiyên li ser siyaseta demokratîk herî zêde jî li ser DBP'ê zêde bûne, bi operasyonên qirkirina siyasî ve tê xwestin ku bênhê negirin. Sebahat bilêv kir ku li dijî pêkûtî û çewisandinê berxwedaneke mezin jî heye, li Kurdistanê bi destê AKP'ê ve planekî têk birinê heye ev yek jî bi berxwedana gel û têkoşîna DBP'ê hatiye pûçkirin. Sebahat da zanîn ku girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî encama van pêkûtiyan e û girtina wî li dijî qanûna esasî ya heyê jî.

Sebahat wiha berdewam kir: "Duh salvegera 7'ê Hezîranê bû. Serokkomar Tayyîp Erdogan duh qanûna darbeyê erê kir. HDP bi 80 parlamenteran ve çû meclîsê di gel de bû hêviyeke mezin. Li hemberî gotan 'mase tuneye, alî jî tuneye' îradeya ka gel di 7'ê Hezîranê de nîşan da gelek girîng bû. Partiyeke bi navê AKP'ê tuneye, îradeya wan ji aliyê Erdogan ve hatiye teslîmgirtin. Berê darbe bi destên leşkeran ve li Tirkiyeyê pêk dihat, niha bi darbeya Erdogan a siyasî ve rû bi rû man. HDP li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê disekine. Destnedayînên HDP'ê hate rakirin. Endamên me yên meclîsa partiya DBP'ê hatin qetilkirin. Destnedayîn hatin rakirin û di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Tê têkoşîna me berdewam bike. Em ê wekî DBP bi gel re têkoşîna xwe bidomînin. Wekî hevparekîHDP'ê piştevaniya me bidome.

Qanûna darbeyê ya heyî pêşiya vekirina hevalên me vekir. Dikarin bi girtinê re rû bi rû bimînin. Em dizanin planên wan ev in. Ev rewş bi Tirkiyeyê dide windakirin. Dê karasetê ji Tirkiyeyê re bîne Em ê li dijî vê bisekinin. Em ê bi hevalên xwe re bin. Ew ê jî di eniya berxwedanê de bin. Parlamenterên HDP'ê berê jî girtîgeh dîtibûn ji girtîgehê natirsin.

Pêvajoyek dijwar li pêş me hemûyan e. Yên li îxtîdarê nikarin Tirkiye bi rêve bibin. Daxwaza azadî û demokrasiyê her ku diçin zêde dibe. Ji ber polîtîkayên AKP'ê şer her diçe li bajaran belav dibe. Duh li Stenbolê teqîn pêk hat. Em dê li dijî şer têkoşina aştî û demokrasiyê mezintir bikin. Encama MGK'ê jî kuştin û şer e. Li dijî vê yekê berpirsiyarên mezin dikeve ser HDP'ê û pariyên din. Êdî CHP ne muxalefet e.

Faşîzm her ku diçe pêş dikeve. CHP şirîkê AKP'ê ye û bi hevre faşîzmê pêş dixin. Me ev yek li Cizîr, Gever û Nisêbînê dît. Mirov bi saxî şewitandin û qetilkirin. Ji ber em hesab ji vana dixwazin me dikin hedef. Yê li dijî faşîzmê têdikoşin gelê kurd û Kurdistanê ye.

Piştî Ermenistan komkujiya qebûl kir û şûnde, Wezîrê dadê Bekîr Bozdag dibêje di dîroka me de tiştekî em şer bikin tune. Wisa xuya ye ku ew ji komkujiya Zilan, Dêrsim, Roboskî şerm nakin. Em bi bîrdoziya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê têkoşînê didin. Projeya AKP’ê projeya şer e. Projeya CHP’ê jî projeya netew dewletîbûnê ye. Tenê çareserî HDP û DBP ye.

Em bawer dikin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêk jî çareser nabe. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Em bang li îxtîdarê û gelê Tirkiyeyê dikin. Ev êrîş tenê li dijî gelê kurd pêk nayê, li dijî hemû gelê tirkiyeyê pêk tê. Erdogan, jin wekî nêvî û kêm îlan kir. Ya kêm û nêvî hişmendiya serdestiya mêr e. Her ku Erdogan di axive jin tên qetilkirin. Di serdema AKP'ê de ji sedî hezarî û 400 jin hatin kuştin. Em dî pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Niha hamleyên azadiya Rakka, Minbicê pir girîng in. Li Rojhilata navîn heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêkên din jî çareser nabin."


Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî didome.

(zt)