Dîrayet Taşdemîr:Wê têkoşîna me berdewam dike
09:03
JINHA
STENBOL- Parlamentera Agiriyê ya HDP’ê Dîrayet Taşdemîr ji bo rakirina destnedanan got: “Dîktatorî her tim li dijî têkoşîn û helwesta azadkirinê ya jinê têk çûye. Ji ber vê jî rakirina destnedanan, ji bo jin ji meclîsê bên şandin, darbeyeke. Em li meclîsê jî û li qadên cuda jî wê ligel têkoşîna jinê bin û berdewam bikin.”
Der barê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr bi hinceta ku beşdarî cenazeya endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya bûye, di çalakiya KJA’yê de gotiye; darbeya hatiye kiriye darbeyek faşîzane û wê pêşengiya jinê dawiya darbeya faşîzan bê danîn’ û her wiha li Îdirê tevlî şahiyên 8’ê Adarê bûye, gelek fezleke hatin amadekirin. Dîrayetê erêkirina qanûna destnedanê nirxand. Dîrayetê bi lêv kir ku bi rakirina destnedanan re wê siyaseta demokratîk bi tevahî bê tasfiyekirin û got ev pêvajo ji zextên li ser jinan serbixwe nîne.
‘AKP û qesr di civakê de guherînê pêk tîne’
Dîrayetê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dema ew polîtîkayên 12 salan yên AKP’ê li ber çavan digirin, dibînin ku AKP li dij qezencên dîrokê yên jinane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bi qanûnên ku çêdikin, dixwazin jinan hepsê malê bikin, jinan bigirin û bedena jinan teşîr bikin. AKP û qesr di civakê de guherînê dike. dixwazin ji nûve rejîmekê ava bikin. Ji ber vê jî destpêkê ji jinan destpê dikin.
‘Li dijî temsîliyeta jinê sekneke’
Dîrayetê bi lêv kir ku li meclîsê bi tehdîdên parlamenterên AKP’ê yên wekê ‘Ezê li te bixim’ hatine rû hev û wiha berdewam kir: “Di nav komê de fezlekeya 23 hevalên me yên jin hene. Rakirina destnedanan, sekneke li dijî îrade û temsîliyeta jinê ye. Ji ber helwesta me ya jinê û ji ber em ligel têkoşîna rêxistinên jinane, dixwazin me ceza bikin.”
‘Darbeyek li dijî jinê ye’
Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de got bi saha HDP’ê li dijî pirsgirêkên jinan hestiyarî çêbûye û nêzîkatiyeke ku îradeya jinê derdixe holê hatiye nîşandan. Dîrayetê wiha got: “Me li meclîsê xwest îradeya jinê temsîl bikin. yekem car komeke jinê hat avakirin. Yekem car partiyekê ji bo gotina rêxistinên jinan li meclîsê bê guhdarkirin têkoşîn meşand. Ev xewna bit irs ya desthilatdarî û serdestiya mêr bû. Ji ber vê jî rakirina destnedanan li dijî jinan darbeyek bû. Emê li meclîsê jî û qadên cuda yên jiyanê jî ligel têkoşîna jinan bin.”
(hu)