Fîlîz Kerestecîoglu: Me gotina kolanê ya jinan li Meclîsê got
10:36
JINHA
STENBOL- Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu got: “Çawa ku jin li kolanê gotinan dibêjin, em jî wek wekîlên wan li meclîsê heman gotinê dibêjin. Rakirina destnedana hemû parlametnerên jin yên HDP’ê jî ji ber vê yekê ye.”
Dema ku navê wê di pêvajoya namzetiya parlamenteriyê de hat aşkerakirin, ji alî femînîstan ve bi kelecenake mezin hat pêşwazî kirin. Bi pêşnûme pirsên ku bi parlamenterên HDP’î yên jin re da, pirsên jinan kir rojevê. Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî qanûna destnedanê ya ji aliyê serokkomar ve hat erêkirin de nirxandin kir.
‘Me gotina jinan li meclîsê got’
Fîlîzê bi lêv kir ku jin li her qada jiyanê gotina xwe dibêjin û heta îro bi awayekî cidî têkoşîn meşandine û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên muhafazakar û zextxwir herî zêde li jinan dixe. Mirov vê di qanûna ‘karkeriya kirê’ û gotinên ‘jin nîvcoye’ de, teşîrkirina bedenên jinên tên qetilkirin û di rapora komîsyona destberdanê de dibînin. Dema mirov li vana liyan dinêrin, jin li kolanê bêjin çi em wek wekîlên wan li meclîsê heman gotinê dibêjin.”
Fîlîzê da zanîn ku ew bertekên jinan yên li kolanê dibin meclîsê û got ev jî serokkomar nerehet dike û wiha got: “Rakirina destnedana hemû parlamenterên jin jî ji ber vê yekê ye. Ez bawer dikim ku di avakirina pêşerojê de rola jinê pir girînge. Ev jî rakirina destnedanan hewl tê dayîn bê pelçiqandin.”
‘Partiya ku jin wek hev tê temsîlkirin’
Fîlîzê got ji roja ku HDP ketiye meclîsê heta niha hem bi avakirina koma jinê û hem jî bi pergala hevserokatiyê navê xwe li dîrokê nivîsiye û got: “Ji ber vê jî ger parlamenterên jin yên HDP’ê di meclîsê de tinebin, ev ji bo demokrasî û temsîla wekhev windahiyek cidiye. Divê em piştevaniya xwe bilind bikin. Em ji hev ne cudane.”
(hu)