‘Ya dengê bindestan dibihîze HDP'ê ye’
09:18
JINHA
WAN – Hevberdevka KCD’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît polîtîkayên li ser HDP’ê tên meşandin nirxand û got dema Kurd dibin mijara gotinê AKP, CHP û MHP dibin wek yek partiyekê û got: “Li dijî van muxalefeta herî bi bandor, ya ku dengê bindestan didin bihistin HDP ye.”
Piştî destnedana parlamenterên HDP’ê hatin rakirin, bertekên hatin nîşandan berdewam dikin. Li aliyê din jî HDP, DBP û KCD’ê bi şîara ‘Li dijî darbeyê em di siyaseta demokratîk de bên cem hev’ hevdîtinên bi gel re pêk tîne. Hevberdevka Kongreya Gelan a Demokratîk Gulîstan Kiliç Koçyîgît got rewşa niha Tirkiye têdeye, piştî biryarên di Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya sala 2014’an de hatiye girtin şûnde dest pê kiriye. Gulîstanê wiha got: “Pêvajoya çareseriyê ya 2013’an li AKP’ê nehat. Ji ber vê jî ev bi mehane li Kurdistanê şer tê meşandin.”
‘Pêvajoya çareseriyê li AKP’ê nehat’
Gulîstanê destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de polîtîkayên AKP’ê pê negirtiye û wiha got: “Di pêvajoyê de têkiliyên aliyên cuda yên civakê nîşan da. Ji ber vê polîtîkayên AKP’ê ji aliyê gel ve nehat bersivandin. Civakê bi awayekî cidî AKP rexne kiriye. Pêvajoya Geziyê jî di atmosfera civakî de pêk hatiye. Di vê pêvajoyê de cenaze nedihatin. Hêviyên aştiyê bilind bûn. Her kes bi jiyana xwe de ketibû.”
‘1’ê Mijdarê amadekariya darbeyê bû’
Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê ji bo polîtîkayên xwe bike dewrê pêvajo bi dawî kir. AKP’ê dît ku pêvajo li karê wî nayê, li qesrê nayê. Gotin emê şer bimeşînin em wan bi vî awayî bînin rê. Gotin emê civakê di bin zextan de bihêlin. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê nas nekir û yên 1’ê mijdarê pêk anîn. Ev jî bi awayekî aşkera dihat wateya amadekariya darbeyê.”
‘Polîtîkayên qirêj yên AKP’ê vedişêrin’
Gulîtanê bi lêv kir ku AKP, CHP û MHP wek yek partiyekî tên dîtin û got her sê partî jî di polîtîkay aşer de dibin hevkar û dibin yek. Gulîstanê bi lêv kir ku dema mijar dibin Kurd her kes dibe yek û got: “Li dijî vê yekane partiya ku dibe dengê bindestan HDP ye. HDP dengê bindetan dide bihistin. AKP tişta ku li nav civakê dike, li Meclîsê jî dike. Dengê parlamenteran bidin qûtkirin wê demê dengê muxaleftê qurt dikin. Wê demê jî polîtîkayên qirêj yên AKP’ê nayê dîtin.”
Gulîstanê di berdewamiyê de got li Kurdistanê lig elek bajaran şer heye û got bi van pêkanîn re koçberî tê meşandin û got: “Li vir gel derbasî pozîsyona parastinê bûye. Bi vî awayî di civakê de mewziyeke berxwedanê bilind dibe.”
(hu)