Hacer Zagros: Her roj gelê kurd bi giyanek nû li ber xwe dide

11:45

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros di derbarê êrîşên ser Bakurê Kurdistanê berdewam dike de nirxandin kir û got, "Eger Erdogan komkujiyên li Kurdistanê dike nesekinîne, di serî de li Tirkiye wê gelemperiya li Rojhilata Navîn xwîn birije."

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros rewşa Bakurê Kurdistanê û êrîşên ser gel berdewam dikin ji ANF'ê re nirxand û wiha domand, "Eger Erdogan komkujiyên li Kurdistanê dike nesekinîne, di serî de li Tirkiye wê bi gelemperiya li Rojhilata Navîn xwîn birije." Hacer bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk ji ber vê li hemberî gelan dike û da zanîn, li şûna guherîn û veguherînê, dewleta Tirk sedan sal in çanda komkujiyê kûrtir dike û veguherandiye siyaseteke qirêj û rojane.

Hacer da xuyakirin, ji komkujiyên hovane yên DAIŞ'ê girantir AKP û çeteyên AKP'ê îro li hemberî gelê li Bakurê Kurdistanê dikin û wiha pê de çû, "Ji ber ku AKP'ê nikarîbû xwe li xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê hat ragihandin rabigire, serî li her şêwe nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê da. Ev yek jî bi taybetî li hemberî ciwanên Kurd kir û dike. AKP gelekî baş pê dizane, ku ciwanên Kurd bêtirs li dijî polîtîkayên şerê taybet bi ruhê fedayî li ber xwe didin. Eger îro li Kurdistanê li dijî hêzên faşîst berxwedaneke bi heybet hebe, ev yek berhema ciwanên Kurd e."

Hacer destnîşan kir, ciwanên Kurd ti carî li hemberî siyaseta qirkirinê bêdeng neman e û got, "Heta roja îro, timî li ber xwe dan, rabûn ser piyan û serî rakirin. Berxwedana li dijî zilmê bûye çanda ciwanên Kurd. PKK vegotina vê çandê ye. Em dibînin ev ruhê berxwedanê li Kurdistanê mîna volkanê diteqe. Em dibînin dewleta faşîst a Tirk bajarên Kurdistanê dişewitîne, hildiweşîne, zarokan digire û qetil dike, dest davêje jinan û wan qetil dike. Erdogan van êrîşên xwe, di şexsê ciwanên Kurd de ji bo şikandina vîna gelê Kurd dike. Dewleta Tirk bi hêrseke gelekî mezin êrîşî gelê Kurd dike. Sedema vê jî ew e; ciwanên Kurd di roja îro de derbeke mezin li netewe dewletê xistine, siyaseta qirêj a Erdogan teşhîr kirine û rûyê wî yê rastî nîşanî tevahiya cîhanê dane."

Hacer bibîr xist, dewleta Tirk di roja îro de plana Şark Islahatê tevî siyaseteke qirêj dimeşîne û got, "Bi vê siyaseta gemarî ve dixwazin civakê dejenere bikin, demografiyê biguherînin û xwezayê talan bikin. Bi sîxurkirina ciwanên Kurd dixwazin berxwedanê bitepisînin. Ji ber ku Erdogan ji ciwanên Kurd gelekî ditirse. Heta niha Osmanî û Komara Tirkiyeyê di pozîsyoneke ji Kurdan xurtir de tevgeriyan. Lewma di şexsê êrîşa li hemberî ciwanên Kurd de êrîşî vîna Kurdan dikin. Ji ber ku netewe dewlet û hemû dek û dolabên wan ên gemarî têk diçin."

Hacer got, "Divê netewe dewlet bê hilweşandin û li şûna wê komareke demokratîk were avakirin. Ji ber vê yekê divê gel û ciwanên Kurd û temamiya gelên Rojhilata Navîn li hemberî êrîşan performanseke bilindtir nîşan bidin. Dewleta Tirk û modernîteya wê ya kapîtalîst hewl didin ciwanên Kurd ji cewherê dûr bixînin. Lê divê tiştek neyê ji bîrkirin; Serok Apo û tevgera azadiyê PKK wê ti carî nehêlin ev polîtîkayên qirkirinê yên qirêj bi ser bikevin. Em îro dibînin, felsefeya Rêber Apo nifşekî gelekî radîkal afirandiye. Çawa ku ciwanên Kurd ji bo berxwedana Kobanê di şevekê de sînorê Kobanê ji holê rakirin û dest bi berxwedaneke bi heybet kirin, îro jî bi heman ruhî li dijî dîktatoriya Erdogan têdikoşin. Divê Erdogan baş bi vê zanibe; Eger van êrîşên hovane yên li hemberî gelê Kurd nesekinîne, hêza kesî wê têra sekinandina ciwanan neke. Ev ciwan, îro ji bo jiyaneke nû û azad, li dijî vê zîhniyeta hovane canê xwe parçe parçe dikin. Çalakiyên li Enqere û Stenbolê nîşaneya vekirî ya vê rastiyê ye. Eger Erdogan dawî li vê siyaseta xwe ya qirêj nîne, di serî de Tirkiye wê li gelemperiya Rojhilata Navîn xwîn birije. Yekane berpirsyarê vê jî wê siyaseta qirêj a Erdogan be."

(zt)