Ji Besê Hozat li hember konsepta şer banga berxwedanê
12:17
JINHA
BEHDÎNAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û bi wê re konsepta şerê ser kurdan berdewam dike nirxand û got: "a ku em îro dikin û ya ku em ê ji îro û pê ev bikin, têkoşîna li dijî rejîma qirkirinê ye. Tesfiyekirina vê rejîma şerê taybet, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê erkeke pêwîst e. Daxwaza Kurdan diyar e, zelal e. Kurd dixwazin di nava komareke demokratîk de bi nasanme û çanda xwe li ser bingeha sîstemeke xweseriya demokratîk bi awayekî azad bijîn."
Medya AKP'ê û nivîskarên vê medyayê, di dema dawî de îdîa kirin, ku bi di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin hatine destpêkirin. Hîn bêhtir pê de çûn û îdîa kirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwaze bi dewletê re hevdîtinê bike û ji nû ve li maseyê vegere. Der barê mijarê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir, ev îdîa operasyoneke xapandinê ye. Besê da xuyakirin, AKP bi vê operasyona xapandinê re dixwaze ser rewşa xwe ya tengav bigire û destnÎşan kir, nûçeyên bi vî rengî bi ti awayî rast nînin.
Besê wiha berdewam kir, "Axaftinên bi vî rengî dûrî rastiyê ne. Bi temamî gotinên şaş-derew û şerê taybet-psîkolojîk e. Ji daxuyaniyên rayedarên AKP'ê û qelemşorên wê jî tê fêmkirin, AKP gelekî tengav bûye. AKP hewl dide vê rewşa xwe ya tengav bi daxuyaniyên bi vî rengî yên şerê taybet binixumîne. Hewl dide şerê qirkirinê yê lihemberî Kurdan serketî nîşan bide û PKK û gelê Kurd ên li hemberî van êrîşên qirkirinê li ber xwe didin, neserketî nîşan bide. AKP bi afirandina rewşeke bi vî rengî ya xapandinê dixwaze, di şerê qirkirinê de hîn bêhtir desteka nîjadperest-neteweperestan bigire."
Besê da zanîn, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ti hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye kirin û got, "Hevdîtina dawî di 5'ê Hezîrana 2015'an de bi heyeta HDP'ê re hat kirin. Heyeta dewletê jî piştre hevdîtin nekiriye. Îdîaya dibêje 'heyeta dewletê bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye' bi temamî derew e û propagnda şerê taybet e. Ji bo meşandina vê propagandayê, hin tîpên xayin li navendên şerê taybet hatine wezîfedarkirin. Serkêşên van xayinan jî Galîp Ensarîoglû, Mûhsîn Kizilkaya, Orhan Mîroglû û Mehmet Metîner e. Gelek tîpên mîna van hene. Ev tîpên dijminê gel, hemû endamên MÎT'ê ne."
Besê destîşan kir, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve di nava tecrîdeke girankirî û îşkenceyê de tê ragiritn û wiha dom kir: "Li hemberî Rêber Apo her şêweyên şere taybet-psîkolojîk tê meşandin. Hevdîtina bi kesekî ji derve li cihekî, destûr nayê dayîn ku bi hevalên li Îmraliyê girtîn ne nayê dayîn pê re hevdîtinê bikin. Di her saet, her roj û her kêliyê de gef û şantaj lê tê kirin. Ewlekariya jiyana wî û tenduristiya wî di xeteriyê de ye. Di nava şert û mercên tirsnak ên Îmraliyê de, bi rengekî li dijî hiqûq û exlaqê ev 17 sal in tê ragirtin. Di nava sala dawî de ev îşkence derketiye asta herî bilind."
Besê careke din bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir û got, "Pêwîste CPT encamên lêkolîna li Îmraliyê derhal bi raya giştî re parve bike. Di vî warî de, girîng e gelê me û derdorên demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Dayîna daxuyaniya CPT jî têrê nake. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî were rakirin, ewlekarî, tenduristî û mercên wî yên jiyanê bên misogerkirin, divê têkoşînek bênavber were meşandin. Li ser vê bingehê, têkoşîna gelê me û dostên me yên li Ewropayê gelekî hêja ye. Bi rêzdarî silav dikim. Pêwîste ev çalakî li her derê bê meşandin."
Besê da xuyakirin, ku AKP rejîmeke şerê taybet e û ev nirxandin kir: "AKP ev 14 sal in hewl dide bi polîtîkaya şerê taybet xwe li ser piyan bigire. Di nava vê sala dawiyê de bi hemû rêxistinbûyînên dewleta kûr a qirkirinê û şerê taybet ên dîroka TC re hevkarî kiriye. Ev tifaq, tifaqa AKP, Ergenekon, MHP û neteweperestan e. Ev tifaq tifaqa şerê topeykûn e. Yanî tifaqa şerê qirkirinê ye."
Besê ragihand, bi rejîmeke şer a di vê asta qirkirinê de li hemberî Kurdan şer dike re axaftin nabe were kirin û got, "Ya ku em îro dikin û ya ku em ê ji îro û pê ev bikin, têkoşîna li dijî rejîma qirkirinê ye. Tesfiyekirina vê rejîma şerê taybet, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê erkeke pêwîst e. Daxwaza Kurdan diyar e, zelal e. Kurd dixwazin di nava komareke demokratîk de bi nasanme û çanda xwe li ser bingeha sîstemeke xweseriya demokratîk bi awayekî azad bijîn."
Besê destnîşan kir, yek ji armancên bingehîn ên tifaqa şer a AKP, Ergenekon, MHP û Neteweperestên CHP'ê, ji holê rakirina statuya li Rojavayê Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye ev pênc sal in li dijî Kurdên li Rojava şerekî giran û tirsnak li hemberî Kurdên li Rojava dimeşîne. DAIŞ û hêzên din ên çete yên El Qaîdeyê ji ber vê yekê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin afirandin û xurtkirin. Tirkiye, ji bo tesfiyekirina şoreşa Rojava ev pênc sal in bi her awayÎ destekê dide van kmên çete û li hemberî Kurdan dide şerkirin. Dijminatiya vê zihniyetê ya li Rojava naqede."
Besê ji bo îdîaya ku dibêjin, 'Eger PKK hêzên xwe derxîne derveyî sînor wê ji pêngava Minbic-Azezê re bêdeng bimîne' ev nirxandin kir: "Ev jî operasyoneke xapandinê ye. Yên ku vê operasyona xapandinê dimenînin heman hêz in. Hêzên ku qirkirinê li ser Kurdan ferz dikin e. Ev yek feraseta tesfiyekirina PKK'ê ye. Dema derxistina hêzên PKK'ê ji nava sînor, ji zûdeyî qediya ye. Gelekî baş hatiye dîtin ku ev çareserî nîne, berevajî rê li ber siyaseta tesfiyeyê vedike. Di nava ti şert û mercî de PKK êdî hêzên xwe venakişîne derveyî sînor. Yekane garantiya Kurdan, gerîla ye. Heta ku dewlet û desthilatdariya nîjadperest-faşîst hebe, ev rastî bi ti awayî naguhere."
Besê bal kişand ser rola PDK'ê ya di nava van polîtîkayan de û got, "PDK jî di nava van polîtîkayan de cih digire. Siyaseta PDK'ê xizmetê ji hêzên mêtînger re dike. Ji ber ku PDK bi hêzên mêtînger re tevdigere û heman siyasetê dimeşîne. PDK li hemberî Kurdan siyaseta şerê taybet dimeşîne. Rol û mîsyona xwe bi vî rengî destnîşan kiriye. Ev ne ya qebûlkirinê ye."
Besê anî ziman, PDK qedir û qîmeta xwe ya li nava Kurdan ji holê radike û got, "Zerareke mezin didin Kurdan. Ji ber vê yekê, divê derhal vê polîtîkaya şaş a dijmin xurt dike, biterikîne. Girîng e PDK li hemberî dewleta Tirk a qirkirinê, li dijî tifaqa şer a AKP'ê helwestê nîşan bide û li cem gelê Kurd cih bigire."
Besê işaret bi hewldanên PKK'ê yên ji bo pêkanîna Kongreya Neteweyî kir û got, "Bi salan e em ji bo vê têdikoşin. Werin em bi beşdariya hemû hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî pêk bînin. Hêzeke parastinê, siyasetê û dîplomasiyê ya hevpar ava bikin. Hêzên gerîla yên HPG'ê amade ne bi pêşmergeyan re hêza hevpar a parastinê ava bikin. PKK amade ye mekanîzmayeke siyaset û dîplomasiya hevpar ava bike. Em Meclîseke hevpar û daîmî ya neteweyî ava bikin. Bila hemû biryarên stratejîk ên neteweyî, ji aliyê vê meclîsê ve bên girtin. Rêveberiya di nava Meclîsê de were hilbijartin, bila van biryaran bi cih bîne. Bi salan e em ji vê re amade ne. Beriya du salan, di vî karî de em gihaştin nuqteyeke gelekî girîng. Di wê astê de êdî delege û sîstema kongreyê dihat nîqaşkirin. Piştî ku Tirkiyeyê û hin hêzan zext li PDK'ê kirin, ev pêvajo xera bû. Eger ji dil bin, bila werin em ji cihê mayî bidomînin. Lê nayên. Tirkiye destûra vê nade. Heta ku PDK helwestê li hemberî Tirkiyeyê nîşan nede û dawî li têkiliyên xwe yên qirêj nîne, nikare xwe nêzî karekî bi vî rengî bike. Lê em ê vî karê hêja û girîng, bi her kesên berpirsyar û dilxwaz re bikin. Di vî warî de em bi biryar in."
(zt)