Îlham Ehmed: AKP an dê gav bavêje yan jî dê têk biçe!

09:04

Gulan Botan/JINHA

AMUDÊ - Hevseroka Meclisa Sûriyaye Demokratîk (MSD) ê Îlham Ehmed, hevkariya AKP û DAIŞ'ê nirxand û got: "AKP polîtîkaya xwe ya qirêj û têkiliyên xwe yên bi DAIŞ'ê re berdewam dike. Lê êdî jin û gelên Rojhilata Navîn dê hesabê ji dewletan bixwazin. Yan dê AKP dest ji van polîtîkayên xwe yên şerê taybet, înkar û îmhayê berde yan jî dê têk biçe."

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmeddi derbarê pêşketinên li Rojava de nirxandinên girîng kir. Îlham di serî de îşaret bi desptpêkirina hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla kir û wiha got: "Bi giştî pêşketinên ku li Rojava diqewimin pir girîng in. Di Sûriyê bi xwe de jî guhertin çêdibin. Li Helebê hamleyeke nû destpê dike. Mirov dikare bêje ku şerê cîhane yê sêyemîn li Heleb û derdorê Heleb tê meşandin. Rewşa Helebê wê rewşa Sûriyêbi giştî diyar bike. Ji ber vê yekê hesabên kê çiye, herkes dixwaze li wir zelal bike. Rizgarkirina Minbicê, bi şêwazeke aktîf bi pêşengtiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêş dikeve û şer dewam dike."

'Rizgariya Minbicê wê Sûriyê bixîne pêvajoyeke nû'

Îlham wiha pê de çû: "Niha Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla a azadiya Minbicê bi serkeftî didome. Lê belê di hundirê bajêr bixwe de diyare ku DAIŞ hazirtiyên pir cuda kiriye. Ji ber ku DAIŞ li wir bin bikeve mecbûre wê qade biterikîne. Ji ber vê yekê jî li Minbicê dê gelek li berxwe bide. Di encamê de heta niha serkeftin a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye. Di encamê de wê bajarê Minbicê bikeve destên gelê li wir bixwe. Ev merheleyeke girînge, saet bi saet, roj bi roj hem gavên nû hene, hem jî guhertin hene. Wê rizgarkirina wir, bi giştî Sûriye bixîne pêvajoyeke nû."

Îlham polîtîkayên dewleta Tirkiyê li beramberî pêşketinên li Bakûrê Sûriyê jî wiha nirxand: "Li hember van pêşketinan helwesta dewleta Tirkiyê gelek tehrîkwarî ye. Wiha hesap dike, dibêje 'mewziya herî dawî ya di destên min de, vana yek bi yek ji destên min diçin!' ji ber vê yekê guhertinên çêdibe qebûl nake. Li ser van esasan her roj tehdîden nû peş dixe, dibêje 'bila rêvebiriya Kurdan çênebe, emê ve yekê qebûl nekin, emê êrîş bikin' gefên wiha pêş dixe. Rastiyek heye ew jî gava Minbic were rizgarkirin, we xelkê wir xwe birêve bibin. Hemû herêm û bajarên din jî wisane. Kesek ji derve biçe wir rêvebibe, tiştek wiha tune ye."

Îlham da zanîn ku dayika DAIŞ'ê dewleta Tirkiyê ye û wiha got: "Demeke direjê dewleta Tirkiyê bi pêşengtiya Erdogan êrîşên dijwar li ser gelê Kurd pêk tîne. Bajarên Kurdan hemû hilweşandin. Hemle û çalakiyên ku li Tirkiyê çêdibin, ew xistine nav tengasiyeke pir mezin. Ji bo ku bikaribin xwe ji van tengasiyan xilas bikin, li hember dewletên derve dibêjin 'Emê siyaseta xwe biguherin, wek berê emê bi herkesî re nakok nebin'. Lê belê di hêla leşkerî de her roj li ser sînoran Rojava tacîz dike. Ji aliyekê ve dixwaze sînorên xwe derbas bike, ji aliyê din ve jî li derve xwe nerm nîşan dide û hinek tewîzan dide ji bo ku doza Kurdan nekeve rojevê. Ji ber dixwaze ji bo pirsgirêka Kurd tu zext li ser çênebe. Dewleta Tirkiyê siyaseteke wiha dimeşîne, lê êdî fayde nake. Dewleta Tirkiyê-AKP dayîka DAIŞ'ê ye. Yanî hêza ku DAIŞ'ê birêve dibe, yê ku hertim destek û çek dideye, Tirkiye ye. bi taybet jî AKP ye. Ger gotin DAIŞ li qada we çi dike, emê bê jin ev perwerdeya Hûkumeta AKP'ê ye."

'Têkiliya AKP-DAIŞ welatên derve jî dixe xeteriyê'

Îlahm anî ziman ku girêdana di navbera AKP-DAIŞ'ê ewlehiya welatên derve jî tehdît dike û wiha domand: "Evê rastiye ewlehiya welatên derve jî xist xeteriye. Li aliyê din ser koçberan tasarufeke pir mezin pêş dixîne. Xwest wek kartekê li dijî welatên derve bikar bîne. Lê edî dem hatiye ku sînorên wî teng bibin, hesap jê bê xwestin. Yan wê dev ji siyaseta xwe ya înkar û îmhayê berde, yan jî mecbûr ebi binkeftinê rûbirû bê."

Îlham wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Bi taybet piştî ev çalakiyên dawî ên li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê têne kirin, dewleta Tirkiyê pir zêde tengav bûye. Hem di hêlaleşkerî de, hem jî di hêla siyasî de tengaviyeke mezin dijî. Ruxme vê yeke jî hertim êrîşan pêş dixe. Di demên dawî li Bakûr hin Kurdên xayîn kom kirine û ji wan re civînek li dar xistine. Bi vê yekê dixwazin şoreşa me, tekoşîna me reş bikin. Li beramberê vê yekêbilindkirina têkoşînê şertê esasyî yê serkeftinê ye. gelê Rojava dê bi her awayî xwedî li şoreş û destkeftiyên xwe derkeve."

(en)