Divê êdî polîtîkayek Kurdistanê bigirin rojeva xwe

09:03

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê êrîş û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê nirxand û got kesên dixwazin li Rojhilata Navîn pergalek nû ava dikin divê Kurdan jî bibînin û got kesên berê polîtîkaya wan ya Iraq û Sûriyê hebû divê niha polîtîkaya Kurdistanê jî bigirin rojeva xwe.

Piştî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an şûnde girtin, binçavkirin, opersayonên siyasî, qetilkirin di asta herî jor de ye û her wiha kesên bi gelê Kurd re dikevin piştevaniyê jî di bin zextan de ne. Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncelê diyar kir ku li Rojhilata Navîn û cîhanê ji ber modernîteya kapîtalîst hewcedarî bi jiyanek nû heye û got bihara Ereban jî destpêka lêgerîna pergala nû ye.

Şoreşa Rojava demek nû da destpêkirin

Sebahatê diyar kir ku gel, jin û ciwanên Kurdistanê nêzîkariya rejîmên zextxwîr rexne kirin û ketin lêgerîna rêyeke nû û ji wê rojê û heta îro kaosek cidî hatiye jiyîn. Sebahatê got berxwedana bi Tunusê re destpê kir û bi Lîbyayê berdewam kiriye, desthilatdarî xistine û wiha got: “Lê pergalên nû jî wekê ku gel dixwest ne adîlane û azadîxwazin bûn. Berxwedana li Lîbya û Tunusê destpêkiriye li Rojhilata Navîn jî xwe daye der. Tirkiyeyê bi mudaxaleya li Sûriyeyê re xwe di nokteya ku dij Sûriyeyê de daye alî.Tirkiye ji bo li Rojhilata Navîn wek hêza emperyal hel dide pergala xanedanê bike jiyanê. Şoreşa Rojava jî wek alternatîf li dijî modernîteya kapîtalîst derketiye. Vê rewşê jî pêvajoyek nû daye destpêkirin.”

Xewna xanedaniyê derbasî nokteyek din bûye

Sebahatê got kesên dixwazin li Rojhilata Navîn pergalek nû ava bikin, nekarin Kurdan jinedîtîve bên û berê yên polîtîkayên wan yên Sûriye û Iraqê hebûn divê polîtîkaya Kurdistanê jî bigirin rojeva xwe. Sebahatê wiha berdewam kir: “Sedema ku desthilatdariya polîtîkaya Kurdan xistiye rojeva xwe, berxwedana Kurdane. Vê rewşê xwe li Tirkiyeyê jî daye der û gelek cidiye. Ev 40 sale li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û rastiya gelê ku 40 sale têdikoşe heye. Xewna xanedaniyê ya Tirkiyeyê li dijî berxwedana Kurdan derbasî nokteyeke din bûye. Li Tirkiyeyê polîtîkayên dij Tirkiyeyê berdewam dikin. Şoreşa Rojava polîtîkayên qirêj yên AKP’ê valal derxistine. Tifaqên wan serobino kirin.e

‘Zîhniyeta netewe-dewelet-mêr dibe sedema krîzê’

Sebahatê destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd daye meşandin, tenê maye û kaos û krîza li Rojhilata Navîn tê jiyîn jî ji ber vê sedemê raste rast derbasî Tirkiyeyê bûye. Sebahatê wiha got: “Tirkiye dixwaze zîhniyeta netewe-dewlet-mêr biparêze û bikeve pêvajoya sazkirina nû. Ev jî dibe sedema krîzê. Konfederalîzma Rojhilata NavÎn ya demokratîk ya li Rojava derketiye holê li Tirkiyeyê jî ketiye jiyanê.”

Gelê Kurd polîtîkayên AKP’ê vala derxist

Sebahatê wiha got: “Di dema hevdîtinên bi lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re, AKP planên rizandinê xistiye dewrê û ev jî ji pirsgirêkên diqewimin pêk tên. Berxwedana ku hatiye dayîn polîtîkayên heyî vala derxistine. Ji vir şûnde ne mumkune ku AKP bi ser bikeve.”

(hu)