Bedîa Ozgokçe: Dewlet êdî kontrola xwe windakiri ye
09:20
JINHA
WAN- Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan pêvajo têkîldarê pêvajoyê û polîtîkayên dewletê nirxandin kir û got, "Dewlet polîtîkayên şer li Wanê jî pêk tîne. Ev şerê ku pêk tîne şerekê bê hiquqe."
Ji ber konsepta şer ya hikûmeta AKP'ê li tevahî bajarên Kurdistanê bi mehane dorpêç, komkujî pêk tîne. Têkîldarê pêvajoyê Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku pêvajoyek giran derbas dibe û wiha got, "Dewlet polîtîkayên xwe di navend û navçeyan de berdewam dibe. Konsepta şer li Wanê jî xistiye dewrê. Şerek bê hiquqî li holê heye. Şewqa şer li Wanê jî derket holê. Bi taybetî jî taxên ku welatiyên kurd dijîn (Xaçort, Karşiyaka) welatiyên sîvîl tên qetilkirin."
'Armanc şikandina vîna gele'
Bedîayê destnîşan kir ku şêwayê binçavkirin jî bi aweyek bê ehleq tê kirin û wiha domand, "Armanc ji êrîş û polîtîkayê çewsandinê vîna gel şikandine. Hêza xwe piranî li ser welatiyên ku piştgiriyê dide pêk tê. Ji ber ku welatiyên tên binçavkirin û windakirin tên hedef girtin. Dewlet jî wek makînayên mirinê de tîmên glodyo yê xistine dewrê. Tiştên em dibînin û fahmdikin ew e ku dewlet êdî kontrola xwe windakirye û her roj têk diçe. Mirovan binçav dike, hedef digre û înfaz dike. Ew jî têra wan nake bi wêneyên wan êrîş li ser gel ê kurd pêk tîn û wek terorîst îlan dike."
'Dewlet dixwaze desthilatdariyê xwe ser me pêk bîne'
Bedîa balkişand ku dewlet li gel terorê şer nake tenê welatiyên sivîl digre hedefê xwe û înfaz dike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Wê demê jî sivîlên ku qetil dike wek terorîst bi nav dike. Pêşiya çend rojan Rêveberê DBP'ê Artemêta Wanê hevalê me Ahmed Demîragaç jiyana xwe ji dest da û walitîya Wanê di daxuyanîya xwe de wek terorîst îlan kir. Di ciwanan de xeyal û hêvî, hez kirinek mezin hêbû lê mixabin nehiştin. Dîsa hevalê me Hurşît Kulter jî hatî windakirin û çî agahiyê jî nadin me. Di meclîsê de destnadayîna me wekîlan hat rakirin. Êdî me wek siyasetmedar hedef digrin. Armanc ew e ku hikma xwe li ser me sîyasetmedar pêk bînin. Dewlet dixwaze desthilatdariyê xwe ser me pêk bîne. Li ser şaredariyan jî gotinên qayyum tê gotin, ev yek jî nîşaneya berdewamiya konsepta şere."
'Em di bingeha hiqûq de dixebitin'
Bedîa anî ziman ku ew ê ligel gelê xwe têkoşîna xwe hember her cure êrîş bidin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Pêwîst e ku hiquq hebe. Em di bingeha hiquqê xebatên xwe pêk tînin. Dewleta Tirkiyê xwe wek dewletek demokrat û bi hiquqî bi nav dike. Lê di bingeh de tenê ji bo berjiwendiyê xwe tev digere. Li hember êrîş û konsepta şer em ê li ber xwe bidin."
(hk-db/rc)