Parlementerên HDP'ê yên hatin gazîkirin: Em naçin îfadê
14:13
JINHA
ENQERE - Parlementerên HDP'ê yên piştî rakirina destnedayînê ji hêla dozger ve ji bo îfadeyê hatine gazîkirin, daxuyandin ku dê neçin îfadeyê.
Piştî darbeya îktîdara AKP'ê ya li hemberî HDP'ê bi riya rakirina destnedayînê pêk hatî, parlementerên HDP'ê yên Mûşê Ahmet Yildirim û Burcu Çelîk Ozkan ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve ji bo îfadeyê hatin gazîkirin. Hate zanîn ku qelemê serdozgeriyê bi riya telefonê li parlementeran geriyaye û xwestiye ji bo hevdîtinê bên serdozgeriyê. Hate daxuyandin ku têkildarî dosyayên mijara fezleyekê de jî agahî ji parlementeran re nehatiye dayîn. Hate derbirîn ku parlementeran jî li ser telefonê helwesta partiya xwe ya rêgezî ya derbarî neçûyîna îfadeyê de ji dozgeriyê re ragihandine.
Derbarê Parlementera HDP'ê Burcu de 5 fezlekeyên cuda yên têkildarî "Propagandaya rêxistinê" û "Heqaretê" hatiyen vekirin. Derbarê Yildirim de jî 6 fezlekeyên cuda hene. Fezlekeyên derbarê Yildirim de jî bi hincetên, "astengkirina wezîfeyê, heqareta li hemberî Serokomar û wezîfedarên cemaweriyê" hatine amadekirin.
(zt)