Burcu Çelîk: Ez ji bo îfadeyê naçim
14:14
JINHA
MUŞ –Serdozgeriya Komarê ya Muşê, di çarçoveya dosyay rakirina destnedanan de ji bo îfadeyê gazî parlamenterên HDP’ê Burcu Çelîk Ozkan û Ahmet Yildirim kir. Burcuyê wiha got: “Bi awayekî dij hiqûqê û bê maf wek darbeyekê destnedan hatin rakirin û ji ber vê sedemê dosyayên me întîkalê darazê hatiye kirin. Derbarê fezlekeyên me de ji bo îfadeyê gazî me hatiye kirin lê em heta îro gotiye em naçin îfadeyê. Ez li Muşê me û wê li vir bim. Lê ez li gorî vexwendiya wan tevnagerim.”
AKP’ê guherîna destura bingehîn ya darbeyê erê kir û piştî ket meriyetê şûnde dosyayê fezlekeye çûn dozgeriyan û di çarçoveya vê de ji bo îfadeyê gazî parlamenterên HDP’ê tên kirin. Yekem car duh parlamenterên Muşê Burcu Çelîk Ozkan û Ahmet Yildirim ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Muşê ve hatin gazîkirin. Têkildarî mijarê de parlamenter Burcu Çelîk Ozkan ji JINHA’yê re axivî û got ev pêvajo li dij hiqûq û destura bingehîne.
Burcuyê diyar kir ku ev pêkanîn bi kurnaziyeke siyasî û zorê tê kirin û wiha berdewam kir: “Ji bo îfadeyê gazî me kirin. Lê ev nayê wateya pêkanîneke xwe dispêre rêgezên hiqûqê. Ji ber vê jî bi awayekî aşkera li holê ye ev li dij destura bingehîne. Bi awayekî dij hiqûqê û bê maf wek darbeyekê destnedan hatin rakirin û ji ber vê sedemê dosyayên me întîkalê darazê hatiye kirin. Derbarê fezlekeyên me de ji bo îfadeyê gazî me hatiye kirin lê em heta îro gotiye em naçin îfadeyê. Ez li Muşê me û wê li vir bim. Lê ez li gorî vexwendiya wan tevnagerim.”
(hu)