Gultan Kişanak: Armanca sereke ya hikûmetê bidestxistina bajarane
09:03
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak polîtîkaya êrîşê ya li hemberî şaredariyên DBP’ê nirxand û got dewlet niha bi qanûna rêveberiyên herêmî, hewl dide rayagiştî ya Tirkiyeyê amade bike û got li ser navê ku şaredarî nexebitin, hikûmet çi ji destê wan tê dike, lê armanca wan ya sereke eve ku bajaran bigire dest.”
Bi destê dewletê li ser xaka Kurdistanê polîtîkayên qirkirin û komkujiyê tên meşandin û herî dawî jî bi rakirina destnedanên parlamenterên HDP’ê dijwartir bû. Her wiha têkildarî şaredariyên DBP’ê de jî daxuyaniyên wekê ‘Kayyum’ hat kirin û heroj bi terza projeyek nû derdikevin pêşberî gel. Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak têkildarî êrîşên li ser şaredariyan û tayînkirina kayyum de nirxandin kir û got: “Rêveberiyên Herêmî di seranserê dîroka komarê de xizmetên ku nehatine kirin, pêk anî, bû xwedî pratîkek serkeftî. Me jî karên ku nekirin û kêmasiyên xwe dîtin û li gorî şaredariyên dewleta klasîk serkeftinên mezin derxist holê. Yên li dijî serkeftina me nekarî bisekinin polîtîkayên êrîşê xistine dewrê.”
‘Yên di salên 90’î de êrîşê gundan kirin îro êrîşê rêveberiyên herêmî dikin’
Gultenê da zanîn ku dewletê li dijî serkeftina rêveberiyên herêmî şerê topyekun daye destpêkirin û rêveberiyên herêmê hedef girtiye û wiha berdewam kir: “Dewletê xebatên rêveberiyên herêmî û têkiliya ku bi gel re daniye dît. Ji ber vê ket derdê zêdekirina êrîşan. Di salên 90’î de gund dişewitandin û hildiweşandin. Wê demê zîhniyeta ‘gerîlayên PKK’ê ji gundan xwe xwedî dikin’ hebû û bi tinekirina gundan re dihatin fikirîn ku wê têkoşîn ji holê rabe. Di nava stratejiya êrîşa nû de bajar û rêveberiyên herêmî hene. Dewlet bi êrîşên herî dijwar, têkoşîna gel neqedand û ket nava lêgerînên cuda. Bi polîtîkaya êrîşkar ya li hemberî rêveberiyên herêmî dixwazin çavkaniya gel ziwa bikin.”
‘Tirkiye bi awayekî fîlî derbasî rêveberiya yek kesî bûye’
Gultenê bi lêv kir ku rêveberiyên herêmî çavkaniya demokrasiya herêmiye û wiha got: “Dema rêveberiyên herêmî rast kar bikin, li bajaran hewcedariyên mirovan diyar dibin û tora demokrasiya hevpar pêk tê. Rêveberiya niha ji demokrasiyê dûr ketiye. Dewlet hemû êrîşan pêk tîne û ji ber li dijî berxwedana gel nekare bibe hêz hêrsa wan zêde dibe. Tevî ku desthilatdariyê di navendî de hêz girtiye destê xwe jî gel nekare bike nava destê xwe û ji ber vê jî derbasî rêveberiya otorîter û yek kesî. Li seranserê Tirkiyeyê dewletê her tişt bi zextê xistiye bin destê xwe. Lê li Kurdistanê rêveberiyên herêmî nekiriye bin serdestiya xwe. Difikirin ku wê çawa êrîşên rêveberiyên herêmî bikin.”
‘Armanca êrîşan desteserkirina bajarane’
Gultenê bi lêv kir ku dewlet bi qanûna rêveberiyên herêmî re niha dixwaze hemû rayagiştî ya Tirkiyeyê amade bike û ji bo şaredarî nexebitin hikûmet çi ji destê wê tê dike û armanca wan ya sereke eve ku bajara bigire destê xwe. Gultanê got: “Bi nivîsa ku Walîtiyê ji şaredariyan re şandiye mudaxaleyê hemû xebatan tên kirin. Li xebatên şaredariyê bi bi dehan doz hatine vekirin.”
'258 xanî 160 kargerî 33 warê dîrok hilweşaiyan’
Gultenê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser hilweşîna Sûrê û got: “Hilweşîna di meha Nîsanê de ji uyduyê hatiye kişandin bi awayekî mmeizn didome. bi awayekî dij hiqûqê hemû avahiyê dîrokî ji holê tên rakirin. Walîtiyê nehişt şaredarî nêzî 5 taxê Sûrê bibe. Me ji bo nûkirina wan cihên texrîb bûne nivîs nivîsî lê me bersiva neyînî girt.”
(hu)