DBP: Emê polîtîkaya AKP'ê ya şer teşhir bikin

14:49

JINHA

AMED - DBP’ê encamnameya civîna hevşaredaran ragihand. Di danezanê de hate gotin, "AKP’ê çav berdaye hemû destketiyên gelê me. Li hemberî hişmendiya me ya xweseriya demokratîk û paradîgmaya me ya ekolojiya demokratîk û azadîxwaziya jinê ku xwe dispêre hêza xwe û modeleke alternatîf e ji bo rêveberiyên xwecihî, êrîş hene. Polîtîkaya me ya ji bo pêşvebirina demokrasiya herêmî û azadîparêziya jinê ya pirrengiyê esas digire, alternatîfa polîtîkayên serdestiya mêr a hiyerarşîk a yekparêziya AKP'ê ye. AKP vê weke gefekê li hemberî xwe dibîne."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) encamnameya civîna ku di 26’ê Hezîranê de, li Amedê bi tevlîbûna Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel û endamên Desteya Rêverber a Navendî û hevserokan pêk hatî, ragihand. Di civînê de kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de çûne ser dilovaniya xwe hatin bibîranîn û êrîşên li Licê yên bi ser qadên jiyanê de ku her diçe zêdetir dibin weke polîtîkayên komkujiya berfireh ên li dijî mirovahiyê û xweristê hatin nirxandin û şermezarkirin. Di encamnameyê de bi berdewamî hate gotin, "Di civîna me de bûyer û qewimînên li dinyayê, bi taybetî li Rojhilata Navîn hatine nirxandin, tespîta wê hatiye kirin ku di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de û demokratîkbûna Tirkiyeyê de astenga sereke polîtîkaya şer a AKP’ê ye.

Di vê pêvajoyê de krîza netewe-dewletên li Rojhilata Navîn ku bi peymanên xef û bi awayekî çêkirî hatibûn danîn ketine krîze mezin, pir girîng e ku civak statûya xwe diyar bikin û kêferatên ji bo bidestxistina mafên xwerêvebirinê ji bo siberoja gel û baweriyan pir girîng e. Krîz û kaosên heyî ji bo gelan derfetên nû afirandine. Ji paşerojê ta niha modernîteya kapîtalîst bi mebesta mêtinê sînorên çêker ên ku danîne û bi destê dewletên pêlîstokî li ser gelan şer, şer û koledarî ferz kiriye. Di vê çarçoveyê de şoreşa Rojava ku sala 2012’an bi pêşengtiya jinê rû dayî di serî li çar parçeyên Kurdistanê, ji bo hemû gelên dinyayê bûye hêvî û wêrekiya azadiyê. Li Rojhilata Navîn rêveberiyên xweseriya demokratîk, bi perspektîfa komara demokratîk teqez e ku wê li Sûrî çareseriyê hêsan bike."

Di encamnameyê de hate diyarkirin, vê krîza li Rojhilata Navîn tesîr li Tirkiyeyê jî kiriye û li Tirkiyê pêdivî bi guherînên bingehînî heye.

Di dewama danezanê de hat gotin, "Netewe dewleta yekparêz û otorîter li Tirkiyê jêderka herî sereke ya kêşeyan e. Tirkî encex bi pêngaveke demokrasiyê dikare ji vê pêvajoyê derkeve. Lê belê rêveberiya heyî, hikûmeta AKP’ê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne, li dijî gelê me yê ku têkoşîna berxwedana rêveberiya demokratîk dide, konsepta berfireh a şer daye bikar aniye. Şerê ku di vê sala dawî de diqewime, encama vê polîtîkaya şer e." Di encamnameyê de hate gotin, AKP’ê polîtîkayên tundiyê yên klasîk rojane kirine, bi hêza leşkerî û polîsî derfetên ku rûdana kurd bi muzakereyan çareser bibe ji holê rakirine û bi berdewamî hate diyarkirin, AKP di rûdana Kurd de li şûna ku gavinan bavêje, destketiyên Kurdan ji xwe re weke talûke dibîne û di nav vê çarçoveyê de Plana Têkbirinê ku di 2014’an de hatibû amadekirin daye meşandin."

Di encamnameyê de hate gotin ku, qîma xwe pê naniye ku bi amûrê şer ên heyî êrîş bike û wiha hate gotin: "Bi komên dijminên Kurdan re ketiye nav hevkariyeke qirêj û bi vê xwestiye ku vîna gel û berxwedanê têk bibe. Berê êrîş û kavilkirinê ku di salên 90’î de li qadên bejahiyê pêk danîn daye bajaran û bi operasyonên fizîkî, kulturî, siyasî, sosyal û têgihiştina psîkolojîk dixwaze ji komkujiyên xwe re zemîneke rewa çêbike civakê areste dike. Hemû muxalefeta ku li hemberî van polîtîkayên AKP’ê disekine hewl dide ku bi bi zext û zordariyê wan bêdeng bike.

Polîtîkayên hilweşîner ên AKP û Serokkomarê Tayyîp Erdogan meşand, ji aliyê gelê Kurd ve li Sûr, Gever, Farqîn, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê bi berxwedaneke bi heybet hatin pûçkirin. Di çarçoveya plana têkbirinê de, heman polîtîkayên hilweşîner û komkujiyê li hemberî qada siyaseta demokratîk û rêveberiya herêmî jî tên kirin. Di vê demê de, endamên me yên Meclîsa Partiyê jî di nav de 1425 mirov hatine qetilkirin, 2583 kes hatine birîndarkirin. Her wiha, tevî Hevserokê me Kamûran Yuksek bi dehan endamên me yên meclîsa partiyê, endamên me yên Desteya Rêveberiya Navendî, 21 hevşaredarên me yên bi vîna gel hatine hilbijartin, 91 endamên me yên meclîsa şaredariyan û bajaran hatine girtin, ji wezîfeyê hatine dûrxistin.

Êrîşên di vê çarçoveyê de tên kirin, ji bo tinekirina destketiyên têkoşîna demokratîk a Kurdan ên li qadên parlament û rêveberiyên herêmî ne. Rakirina destnedana parlamenteran û gefa girtina wan a li qada siyaseta demokratîk, girtin, dûrxistin û ji wezîfegirtina hevşaredaran, nîqaşên li ser wezîfedarkirina qeyûman a li qada rêveberiyên herêmî, parçeyek ji polîtîkaya şer a AKP'ê ye. AKP'ê çav berdaye hemû destketiyan. Feraseta me ya rêveberiya xweseriya demokratîk a xwe dispêre hêza xwe û polîtîkaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, bûne hedefa êrîşan. Polîtîkaya me ya ji bo pêşvebirina demokrasiya herêmî û azadîparêziya jinê ya pirrengiyê esas digire, alternatîfa polîtîkayên serdestiya mêr a hiyerarşîk a yekparêziya AKP'ê ye. AKP vê weke gefekê li hemberî xwe dibîne."

Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku li dijî polîtîkaya şerê topyekûn, biryardariya têkoşîna topyekûn a ji bo parastina destketî û vîna gelê Kurd di civînê de hatiye nîşandan û hat gotin, "Ji bo pêşvebirina demokrasiya herêmî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hevşaredarên me. Bi feraseta rêveberiya xweseriya demokratîk wê rêxistinbûyîna gel bê xurtkirin û bi mayîndekirina sîstema hevserokatiyê re wê bersiv ji êrîşên li hemberî sîstema hevserokatiyê tên kirin, bê dayîn.

Biryar hatiye dayîn, ev polîtîkayên şer ên AKP'ê werin teşhîrkirin, li dijî polîtîkayên zordar ên li hemberî şaredariyên me bi saziyên navneteweyî re têkilî bê danîn, bi hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Kurdistan û Tirkiyeyê re danûstandin were kirin û ev pêvajo bi hev re were meşandin.

Wê piştgiriya ji bo bajarên ji ber polîtîkayên AKP'ê xera bûne bê mezinkirin û biryar hatiye dayîn, tevlîbûneke xurt li kampanya xwişk-bira bê kirin."

(zt)