Sebahat Tuncel: Hetanî AKP hebe aştî pêk nayê
16:05
JINHA
RIHA - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel li Rihayê bi rêveberên partiya xwe re hatin gel hev û der barê pêvajoyê de axivî. Sebahat diyar kir ku bi Erdogan û AKP'a ku pêvajoya aştiyê bi dawî kir, maseya çareseriyê hilweşand û li hemberî gelê kurd şer da dest pêkirin re aştî nabe û ev tişt got: "Dê Erdogan û AKP biçe û ji nûve muzakereya demokratîk dest pê bike."
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, li avahiya partiya xwe ya Halîliyeyê bi rêveberên partiya xwe re civînek pêk anîn. Di civînê de Wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan jî amade bû. Sebahatê da zanîn ew dê êdî bi AKP'ê re muzakereyan nekin û dê gel bi xwe çareseriya xwe pêk bîne.
Sebahatê bal kişand ser gotinên Galîş Ensarîoglu yê AKP'î yên wekî "êdî darêz û rêveçûn di destê me de ye" û got ev pênase "faşîzmê" dide nîşan û wiha axivî: "Li cihekî demorasî tune be, dê daraz, rêveçûyîn di yek destî de bê berhevkirin."
'Dê AKP'ê biçe'
Li ser pirsa "dê pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike" jî Sebahat ev bersiv da: "Erdogan û AKP'a ku pêvajoya aştiyê bi dawî kir, maseya çareseriyê hilweşand û li hemberî gelê kurd şer da destpêkirin re aştî bibe gelo? Na, dê Erdogan û AKP'ê biçe û ji nûve muzakereya demokratîk dest pê bike. Dê ev şer wisa bidome? Na, gel dê bixwe çareseriya xwe pêk bîne. Erdogan û AKP'ê dê biçin û gel bi xwe çareseriya xwe pêk bîne."
Sebahatê di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku 21 hevşaredarên wan û 92 endamên meclisên wan di girtîgehê de ne û aşkera kir ku armanca qeyûman destaserkirina vîna gel e. Sebahatê der barê saziyên deyndarên Lijneya Ewlehiya Sîgorteyê (SGK) ne ev agahî dan: "Di nava 100 saziyên herî deyndar de 50 şaredarî cih digirin. Ji van 17 yên AKP'ê, 13 yên CHP'ê û 2 şaredarî jî yên HDP'ê ne. Kê mafê karkeran xwariye, texweriye."
Sebahatê li ser operasyona Licê jî rawestiya û piştrast kir ku li herêmê tanana xwezayê pêk tê û di hewa de herêm bi dijwarî tê bombebarankirin û wiha pêde çû: "Di bin navê 'têkoşîna bi heşîrê re' herêmê tanan dikin û dixwazin bi vê yekê bertekên gel bidin kêmkirin."
(rc)