Ayşe Acar Başaran: Ger em deng nedin Licê…
10:19
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, balkişand ser operasona leşkeriya li bejahiya Lice, Karaz û Hezroyê despêkirî û got: "Dema em deng nedin Licê dê berdewama wê jî bê, ji ber Lice gaveke. Divê em li hember komkujiyên ser welatiyên Licê û xwezaya wê dengê xwe hîn zêdetir derxin."
Her diçe bertekên li hember operasona leşkeriya li bejahiya Lice, Karaz û Hazroyê hatî despêkirin û bi şewata daristanan berdewam dike zêde dibin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku 6 rojin li Lice, Karaz û Hazroyê operasona hatî despêkirin berdewam dike û wiha domand: "Di rastiyê de li Licê çî dibe, dewlet hewildide li wê çî bike em baş nizanin. Tişta tê dîtin weke êrîşên ser deverên rêveberiyên xwecihî li Licê jî berdewam dike. Desturê nade ketin û derketinê. Em dibînin ên xwestin ji bo rawestandina operasonan tiştekê bikin jî tên girtin."
'Lingê duyem ê plana helandinê xistin dewrê'
Ayşe balkişand ser plana dewletê ya helandinê ku ji despêka pêvajoyê de dayî despêkirin û wiha berdewam kir: "Wê demê digotin li gorî qilifê xwe operason dane despêkirin. Niha jî lingê duyem ê plana helandinê dane despêkirin. Bi vê re jî agir bi daristanan dixin, welatiyan ji gund û bajarên wan didin koçberkirin. Di nava axaftinên Davutoglu re ev agahî diyardibûn. Ji bajaran, gundan, malan heta kuştin û birîndariya mirovan gelek agahî hebûn. Di plana helandinê de heta dê çend mirov koçbikin de jî hebû. Îro jî lingê wê planê yê duyem dixin meryetê."
'Mudaxeleyî şetawa li Antalya dikin'
Ayşe anî ziman ku medyaya aligir qirkirina li Licê bi şewata daristanan despêkirî cuda dide û got: "Du tiştên bala me dikêşe hene; ya despêkê li Antalya şewat derket ji bo vemirandina agir bi helikopteran mudaxele dikin, lê bi zanebûn daristanên Kurdistanê dişewitînin. Mirovên ku dixwazin mudaxele bikin jî gulebaran dikin. Niha li Licê û Hezroyê mirov di malên xwe de hatine girtin û destura derketinê nade wan. Em baş plana wan li ber çavan dibînin."
'Weke mirovan sewalan û daristanan jî dişewitînin'
Ayşe balkişand ser êrîşên ser Rojnama Ozgur Gundemê berdewam dike jî û wiha domand: "Divê hemû kesên ji xwe re sosyal demokrat dibêjin hinekdinê dengê xwe bilind bikin. Di sarayê de ji bo berdewamkirina deshilatiya xwe mirovan qetildike, niha jî di herêmên daristanan de hemû zindiyan dişewitîne. Divê li hemberî wê zêdetir deng bê bilindkirin."
'dema ku em deng nedin Licê dê berdewama wê jî bê'
Ayşe da zanîn ku weke salên 90'an cardin li hemberî hemû êrîşan welatiyên Licê helwesta xwe nîşan dan û axa xwe neterikandin û wiha dom kir: "Ger em deng nedin Licê dê berdewama wê jî bê. Di salên 90'an de me mînakên vê pir dîtin. Hemû daristanên Kurdistanê şewitandin. Hemû gund bi zorê valakirin. Em naxwazin carekdinê tiştên salên 90'an jiyan bikin. Em her dem dibêjin kurd ne yên dema salên 90'an in. Ji ber êdî dê axa xwe neterikînin û bi ti deverê de neçin. Divê her kes ji aliyê xwe de li şewata Licê xwedî derkeve. Di vê de em berdewama wê hîn zêdetir bi xwîn dibînin. Divê em li heberî wê dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin. Divê em li hemberî van qirkirinên xwezayî dengê xwe zêdetir bilind bikin."
(zt)