Pirtûkên ku hatin komkirin di rojeva meclîsê de ye
12:46
JINHA
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca di nav de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz û Musa Anter jî heyî 53 pirtûkên ku hatin komkirin, anî rojeva meclîsê.
Di nav de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz û Musa Anter jî heyî 53 pirtûkên ku ji Weşanxaneya Aramê hat çapkirin, li ser biryara 1. Dadgeha Sulh'ê ya Amedê ve hatin komkirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca bi daxwaz bersîvdayina Wezeratê Hûndîr Efkan Ala pêşniyarname da. Feleknaz di pêşniyarnamê de êrîş û desteserkirinên li ser Weşanxaneya Aramê cardin bibîr xist û got ku ev êrîş û qedexeyên li ser weşanxaniyê rayagiştî dixa nav gumanan.
Feleknas, bi daxwaza bersivdayina Efkan pirsên wiha kir:
* “Êrîşên ku ev salek e li ser Weşanxaneya Aramê tên meşandin haya we jê heye? Eger ku haya xwe jê hebe û biryar ji aliyê we ve hatibe dayin, sedema vê êrîş û astengiyê çi ye?
* 'Pirtûkên ku ji aliye 1. Dadgeha Sulha Amedê ve hatiy komkirin ji aliyê kesê zanyar ve hatine lêkolîn kirin?
*Pirtûkên ku di derbarê wan de tu biryara komkirinê tune û di 27'ê hezîranê de pirtûkên Aremê çima li Pirtûkxaneya Ekînê ya Mêrdînê hatin komkirin?
(ho/rc)