Hevdîtina Fîgen Yuksekdag bi gelê Wanê re berdewame
16:08
JINHA
WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li navçeyên wekî Payîzava û Şaxê yen Wanê bi gel re hat gel hev û cejina wan pîrozkir.
Bi minasebeta cejna Remezanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê bû û serlêdanên xwe yên cejnê berdewam kir. Fîgen bi heyeta ku Wekîlê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim jî tê de bû, derbasî navçeya Westanê bûn, li vir bi gel re cejn pîroz kirin.
Fîgen da zanîn cejn ji bo aştî û piştgiriyê derfetên gelek girîng in û wiha axivî: "Lê di nezera AKP'ê de cejn tune. Ji ber siyaseta AKP'ê welatiyan pîrozkirina cejnan pêk neanîn." Fîgen di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku li Tirkiye û Kurdistanê cejn pêk nehatiye û wiha pêde çû: "Divê kesên malên me veguherandin şînê bizinibin, em dê wan cejnên ku ruhên aştiyê dihewîne pîrozkirina wan berdewam bikin."
Fîgen aşkera kir ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê gelek zarokan cejin bê dayik û bê bav derbas kirine û ev tişt anî ziman: "Zarok bê dayik û bê bav, bav û dayik jî bê zarok hiştin. Em dê bi agirê dilê xwe vê berxwedanê heta dawiyê bibin."
Heyeta ku Fîgen jî pêre bû piştî serdana Westanê derbasî Şaxêbûn û li wir jî derbasî Payîzavayê bûn, heyet li herdu navçeyan bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Piştî pîrozbahiya cejnê ya li ber avahiy DBP'ê ya Şaxê, piştre bi esnafan re çejn pîrozkirin.
(zt)