‘Emê êrîş û tehdîdan nepejirînin’
13:08
JINHA
AMED - Endamên jin ên PM'ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Endama Komusyona Jinan a PM'a DBP'ê Fatma Gul li dijî nêzîkatî û gefên mirinê yên hêzên dewletê yên arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel kirin bertek nîşan da û got, "Ev tehdît me paşde nade û em ji mirinê natirsin. Em rastî gelek mirinan hatin, lê mirin li hemberî berxwedana gelê kurd her tim serî tewandiye."
Li Amedê Endamên Jin ên Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) arasteyî pêvajo û êrîşên li dijî hevserokên DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya DBP'a Amedê hat lidarxistin. Di civînê de Endama Komusyona Jinan a PM'ya DBP'ê Fatma Gul axivî û diyar kir ku ew di destpêkê de di kesayetiya kesên di 14'ê Tîrmehê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane, hemû kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dana bi bîr tînin.
Fatma gefxwarin û nêzîkatiyên hêzên dewletê yên duh na pêr li Hezexê ymn li hemberî Hevseroka Giştî ya DBP'a Sebahat Tûncel şermezar kir û wiha bertekên xwe dan der: "Hevseroka me ji bo piştgiriya bi gelê herêmên berxwedanê re, bi gel re hat cem hev. Hevseroka me rastî gefên mirinê hat, em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku hevserok û parlementerên me rastî gefên mirinê tên. Li welatên din ev sedemên îstifayê ne. Lê li Tirkiyeyê siyaset, huqûq û hemû aliyên jiyanê di bin destê kesê li qesrê de ye.Em van polîtîkayan şermezar dikin û tu caran nepejirînin."
Fatma anî ziman ku dê ew gef wan nerûxînin û ew tu carî ji mirinê natirsin û diyar kir ku ew rastî gellek mirinan hatine, lê mirin li hemberî berxwedana gelê kurd her serî tewandiye. Fatma dest nîşan kir ku hevserok û parlementerên wan ne bi tenê ne, bi milyonan gel li pişt wan e û wiha got: "Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê çareser nebin."
'PDK dibe hevparê komkujiyên AKP'ê'
Fatma têkiliyên di navbera AKP û Partiya Demokratîk ya Kurdistan (PDK) nirxand û tewra wan î li hemberî şerê li Bakurê Kurdistanê diyar kir. Fatma da zanîn ku di gotinê de PDK partiyeke kurda ye, lê bi AKP'ê re li dijî gelê kurd radiweste û wiha got: "PDK dibe hevparê komkujiyên ku AKP li Kurdistanê dike, ev polîtîka dê AKP û PDK'ê ji holê rabike."
Fatma anî ziman ku her çendî li welatê wan komkujî pêk hatibin jî, lê berxwedana li hemberî wan komkujiyan rêya wan î tekoşînê ronî dike.
(kom/zt)