Sebahat Tuncel: Welatên qirîzê nikarin Tirkiyê rêvebibin

13:03

JINHA

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a di civîna Meclîsa Partiyê ya DBP’ê de pêvajo nirxand, li herêmên xwerêvebriyê serdanên DBP'ê nirxand û wiha got, “Li herêmên berxwedanê hêzek taybet heye ku bi serê xwe tevdigere. Ev kesine rîdirêj û li ser milên wan nivîsên erebî hene, evana weke DAIŞ’ê ne. Herî dawî êrîşê Lîcê kirin û 34 kesên ku binçavkirin xwestin wan bi benzînê bişewitînin. Lê berpirsyarê ku gel binçavkirî nehêlaye ev hêz gel bişewitîne. Ev hêz kî ne û girêdayî kî ne, divê were aşkerekirin.”

Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîn li dar xist. Civîna ku endamên Meclîsa Partiyê beşdarî wê bûn li eywana civînan a Şaredariya Peyasê pêk hat. Di civîna ku dê 2 rojan bidome de, mijarên wek li dijî polîtîkayên dewletê yên tunekirinê rêya ku dê DBP bişopîne, li dijî polîtîkayên dewletê dê gelê kurd çi rêyan bişopîne û qeyûma arasteyî şaredariyên DBP’ê tên nîqaş kirin. Her wiha dê piştî 2 rojan encamnameya civînê jî bê aşkerekirin.

Di destpêkê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel axivî û li herêmê di dema berxwedana xwerêveberiyê de tiştên ku wê şahidiya wan kiriye nirxand.

‘Li dîjî êrîşan hêviya azadiyê’

Sebahat diyar kir ku ew wek partî di rojên cejnê de li cem gelê li qadên berxwedanê bûn û wan dît ku gelê kurd cejn pîroz nekiriye û cejna wan tenê li ser goristanên zarokên wan derbas bûye. Sebahat anî ziman ku li hemberî wan êrîş û polîtîkayên qirkirinê, her hêviya azadiyê xwe li gel rapêçaye.

‘Dixwazin derûniya gelê kurd tarûmar bikin’

Sebahat dest nîşan kir ku herêmên xweseriyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine dorpêçkirin, dîmenên ku wan dîtîn ji demên derbeyê xirabtir in û wiha got: “Li her cihî polîs hene, li her kolanan bi wesayîtên zirxî digerin û marşên nîjadperestî lê dixin. Bi van dixwazin derûniya gelê kurd tarûmar bikin. Bi vê re, bi mirinê jî gefan li gel dixwin û gotinên neçê dikin. Ji xwe ev asta hikûmeta AKP’ê dide der.”

‘Ev hêz kî ne û girêdayî kî ne?’

Sebahat da zanîn ku li herêmên berxwedanê hêzek taybet heye ku bi serê xwe tevdigere û diyar kir ku ew kesine rîdirêj û li ser milên wan nivîsên erebî hene, weke DAIŞ’ê ne. Sebahat daxuyand ku ev hêzine, herî dawî êrîşê Lîcê kirin, li wir jî xwestin wan 34 kesên ku hatin binçavkirin bişewitînin û wiha pêde çû: “Dema ew binçav kirine, benzîn anîne da wan bişewitînin, lê berpirsyarê ku gel binçavkirî nehêlaye ev hêz gel bişewitîne. Ev hêz kî ne û girêdayî kî ne, divê were aşkerekirin. Dibe ku ev hêz girêdayî qesrê bin jî. Dibe ku ew bêhuqûqîtiyê dikin, lê ev nayê wateya ku em ê dest ji tekoşîna xwe ya demokrasî û huqûqê berdin, her çendî li Tirkiyeyê huqûq nemabe jî.”

‘Êrîşên li dijî partiya me sîstematîk in’

Sebahat diyar kir ku êrîşên li hemberî partiya wan êrîşên sîstematîk in, rêveberên wan tên binçav kirin û girtin, ji ber ku partiya wan bo demokrasiyê tevdigere û gel jî hêviya demokrasiyê ji partiya wan dike. Sebahat got ku tişta heyî di bin navê “terorîstiyê” de dikin, ka bila werin lêbikolin kî/ê tevgerên terorîstiyî dikin? Sebahat anî ziman ku AKP bi van polîtîkayan Tirkiyeyê ber bi aloziyê ve dibe û wiha berdewam kir: “Li welat bêkarî û qeyrana aboriyî di asta herî jor deye. AKP di qada navnetewî de bi tenê maye, bi dewletên ku jê re digot terorîst re hevkariyê dike. Ev hemû encamên polîtîkayên şer in.”

‘Dixwaze korîdora AKP’ê li herêma kurdan çêke’

Sebahat li ser nîqaşên ku dê AKP penaberên Suriyê bike hemwelatî jî wiha axivî: “Hîn li Tirkiyeyê zagonek a penaberan tune, dibêje ‘ez ê li gor hinek kirîteran bikim hemwelatî’ li gorî kîjan kirîteran? Eger AKP penaber bifikirîbanan, dê ew wek penaber bipejirandanan. Em dizanin ku dixwazin cihên kurdan yên ruxandî, demografiya wan biguherîne û li wan dera kesên ku deng bidin AKP bi cih bikin. Bi taybet jî diwazin wan li cihê gelê welatparêz ê kurd û elewî bi cih bikin. Ev ne fikirîna penaberan, projeyên rantê ne. Dixwaze korîdora AKP’ê li herêma kurdan çêbike.”

‘Dem dema gelên ku tên çewisadin ne’

Sebahat dest nîşan kir ku heta AKP neçe dê demokrasî neyê û wiha pêde çû: “Eger AKP li cem gelê kurd bûya dê îro li Tirkiyeyê demokrasî pêk bihata. Pêvajoyek zor li pêşiya me ye. Pêşketinên Rojhilata Navîn bo me dide der ku, rojên demokrasiyî li pêşiya me ne. Em heta dawî ji bo vê pêvajoyê amede ne û dem dema gelên ku tên çewisadin û nayên hesibandin ne.”

(kom/zt)