Sebahat Tuncel:Em vexwendiyên mezinkirina piştevaniyê dikin

11:45

JINHA

AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê têkildarî jinûve avakirina qadên rêveberiyên xweser de bang kir û got: “Hikûmeta AKP’ê polîtîkayek hilweşandinê ya taybet girtiye. Li dijî vê berxwedana gelê me gelek girînge. Em ji bo wekhevî, azadî, edelet û aştiyê bang mezinkirina piştevaniyê ya bi gelê Şirnex, Gever, Sîlopî, Licê, Sûr, Cizîr û Nisêbînê dikin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê da zanîn ku li herêmên ku êrîşên qirkirinê li dijî îradeya gel ya rêveberiyên xweser hatiye destpêkirin, divê piştevanî bê xurtkirin û got di vê mijarê divê her kes tiştên dikeve ser milê wan bikin. Sebahatê bi lêv kir ku piştevanî ne di alî aborî divê di alî manewî de jî bê kirin û wiha got: “Xebat û bernameyên heta niha hatine kirin gelek girîng bûn. Ji bo kewandina birînan û rakirina travmayan desta manewî mezin bû. Welatî çûn qadên rêveberiyên xweser û piştgirî danê. Kesên çûn alîkarî jî ligel xwe birin û şert û mercên wan dîtin. Ev gelek girînge.”

'Gel li dijî polîtîkaya hilweşînê pir bi hêrse’

Sebahatê çavderiyên xwe yên di serdana cejnê de anî ziman û got di moral û motîvasyona gel de guherînek tine û got li dijî polîtîkaya komkujiyê û êrîşên li hemberî jiyana wan gelek bi hêrsin.

'Dorpêça Şirnex û Nisêbînê fikaran zêde dike’

Sebahatê wiha berdewam kir: “Em wek DBP li her derê piştevaniya bi gel re mezin dikin. xebatên rêxistinkirina jin û ciwanan hene. Alîkariyên tên kirin em digirin û ji bo bibin Sûr, Cizîr û Geverê xebatan dimeşînin. Lê pirsgirêkên cidî hene. Şirnex û Nisêbîn hîna venebûye. Di 3’ê Hezîranê de gotin operasyon qedyaye lê qedexe ranebûye. Ev jî fikarên cidî dide.”

'Em banga mezinkirina piştevaniyê dikin’

Sebahatê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê polîtîkayeke hilweşînê ya taybet dimeşîne û wiha berdewam kir: “ Texrîbata tê kirin plana veguhestina bajarane. Bi texrîbat û hilweşînan hewl didin gel bidin koçberkirin. Di salên 90’î de gund dişewitandin. Niha jî bajaran dişewitînin, hildiweşînin. Gotinên nîjadperest dinivîsin û hewl didin gel warê xwe terk bikin. Li dijî vê berxwedana gelê me gelek girînge. Divê em ji bo pêşeroja gelê xwe piştevaniyê mezin bikin. Em ji bo gelê Şirnex,Gever, Sîlopî, Licê, Sûr, Cizîr û Nisêbînê banga piştevaniyê dikin.”

'Emê pirsa Hurşît Kulter li ku ye bipirsin’

Sebahatê di dawiya axaftina xwe de got rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter ev 46 roje windaye û hîna ti daxuyaniyek nehatiye dayîn û wiha got: “Di vê mijarê de kampanyayên îmzeyan hene. Di çapemeniya civakî de xebatên hestiyariyê tên meşandin. Emê bibin şopdarê vê. Li Tirkiyeyê bûyerên windakirinê ne nû ne. Em li dijî vê her cureyê têkoşînê dimeşînin. Emê bipirsin ku Hurşît Kulter li ku ye?.”

(dk-be/hu)