Serokwezîr êrîşa zayendî ya li hemberî jinan rewa kir!
14:28
JINHA
ENQERE - Serokwezîr Bînalî Yildirim, got êdî gel tenê ji bo dermankirinê naçe beşên lezgîn û ev beş ku ji bo tacîzê hatine dagirkirin jî bi wek ‘şîrîne’ şîrove kir. Bînalî êrîşa zayendî ya li beşên lezîn ya li hemberî jinan rewa kir.
Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma partiya xwe de xebatên di qada tenduristiyê de kiriye vegot û tacîza li hemberî xebatkarên jin yên tenduristiyê rewa kir. Bînalî îdia kir ku gel êdî xizmeteke kalîtetir digire û wiha got: “Duh hevalekî me got. Bala min kişand. Di cejnê de welatî çûne beşên lezgîn. Hun dizanin ji bo çi çûne? Ji bo ku ji xwe re keça bibînin çûne.”
Bînalî wiha got: “Nexweşxane êdî wisa şîrîn bûne ku, welatî ji bo kurên xwe bizewicînin dişînin beşên lezgîn.” Bînalî tacîz wek dîtina keçan şîrove kir.
(sy\hu)