Qeymeqamê tehdîdên nîjadperest kir, ji wezîr hat pirsîn
13:45
JINHA
ENQERE-Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk têkildarî Qeymeqamê Elkê Mehmet Mevzî Donmez kul i ser çapemeniya civakî ji bo wê îfadeyên nîjadperest bikaranî, pêşnûmepirs da Wezîrê Karê Hundir.
Qeymeqamê Elkê Mehmet Mevzî Donmez li ser hesabê xwe yê Twîtterê yê fermî, têkildarî parlamentera Şirnexê ya HDP’î Leyla Bîrlîk de, ji ber wêneyê xwe yê bi Haci Lokman Bîrlîk re parve kir, îdia kir ku propagandaya rêxistinê kiriye û gotibû divê têkildarî wê de pêvajoya edlî bê destpêkirin. Leyla Bîrlîkê piştî vê parvekirinê diyar kir ku ew rastî heqeret, dijûn û tehdîdê hatiye û mir bir wezîrê Karê Hundir Efkan Ala.
Leylayê di pêşnûme pirsa xwe de ev pirs pirsîn:
*Têkildarî van îfadeyên nîjadperest yên Qeymeqamê Elkê de ku li şexsê min hatiye kirin, lêpirsîneke kanûnî wê bê destpêkirin?
* Hesabê wî yên fermî yê twîtterê wê bê sekinandin gelo?
*Qeymeqamê Elkê berê ji bilî hesabê xwe yê fermî hesabên ku îfadeyên nîjadperest bikardianî, bikaranî. Têkildarî vê de lêpirsînek hatiye destpêkirin gelo? Ger hatibe destpêkirin di kîjan astê d eye?
* Qeymeqamek li dijî parlamenterekî bi îradeya gel hatiye hilbijartin îfadeyên wisa bikartîne, aliyê vê yê qanûnî çiye?
*Beyî ku kujerên Haci Lokman Bîrlîk bên darizandin, wêneyê min û yê tiyê min Hacî Loman Bîrlîk wek ‘wêneyê bi terorîst re hatiye kişandin’ parve dike. Hinceta parvekirina vê çiye?
(sy\hu)