Dîlek Ocalan:Gelê Kurd û gelên bindest di bin tecrîdê de ne
09:02
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û biraziya wî Dîlek Ocalan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û lêkolînên li ser CPT’ê nirxand. Dîlekê got: “CPT mecbure lêkolînan bi rayagiştî re parve bike. Ev saleke ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Sedema şerê li Kurdistanê jî astengkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye. Niha gelê Kurd û gelên bindest di bin tecrîdê de ye.”
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û polîtîkayên komkujiyên yên li Kurdistanê bê navber didomin. Heyet û malabata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an de nekarin hevdîtinan pêk bînin û ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha jî bi parêzeran re nekare hevdîtinê bike. herî dawî CPT çû girava Îmraliyê û lêkolînên kir jî parve nekir. Malbata Ocalan xwest hevdîtinê bike lê hat redkirin. Biraziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalanê nirxandin kir û got ev 17 sale Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan din bin pêkanînên ku li cîhanê nayê dîtin de tê girtin.
'Tirkiye serlêdanên tên kirin nabîne’
Dîlekê bi lêv kir ku dema dewlet dixetime serî li pêkanîna tecrîda li ser Ocalan dike. Dîlekê balkişand ser armanc û esasa avkairina CPT’ê ya di çorçoveya peymana mafê mirovan a Ewropayê de hatiye avakirin û got: “Tevî ku dibêje ti kes divê rastî pêkanînên îşkence û dijmirovahiyê neyê’ jî rayedarên saziyê nakevin tevgerê. Aliyekî vê peymanê şert û mercên Birêz Ocalan nedîtiye. Ev sazî ji felsefeya avabûna xwe dur tevdigere.”
'Gelê Kurd û gelên bindest di bin tecrîdê ne’
Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de got divê CPT şerê li Kurdistanê tê jiyîn li ber çavan bigire û çavderiyên xwe pave bike û got: “ CPT di hevdîtinên kup ê re hatine kirine de dibêje ‘em ne saziyek siyasîne. Em vê mijarê di nokteya polîtîk de nagirin dest.’lê gotin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji vê cuda nayê girtin.” Dîlekê da zanîn ku salek berê bi pêşengiya jinan re bi CPT ‘ê re hevdîtin kirine û wiha berdewam kir: “CPT’ê got ji ber sedema kar û barê wan hevdîtinên ku dikin bi çapemeniyê re parve nakin. CPT got bi tevahî pêvajoyê dişopînin. CPT dizane ku Tirkiye wek girtiyên din nêzî Ocalan nabe. CPT mecbure lêkolînên xwe bi rayagiştî re parve bike. Ev saleke ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Sedema şerê li Kurdistanê tê meşandin, astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re ye. Niha gelê Kurd û gelên bindest di bin tecrîdê de ye. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî mîsyona pêşengiyê dihundirîne. Ji bo hevdîtin pêk bên emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
‘Divê bi pêşengiya jinan çalakî pêk bên’
Dîlekê wiha daweî li axaftina xwe anî: “Malbat du sale nekare hevdîtinan pêk bîne. Ji ber bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser civakê tê zanîn tê tecrîdkirin. Bi newroza 2013’an re hêviyên mezin afirand. Lê AKP’ê hêviyên gel mêtînger kir. Daxwazên demokratîk yên gel bi komujiyan hat bersivandin.Ez ji bo rakirina tecrîdê bang li gelê Kurd dikim ku bila her alî bi hestiyar tevbigerin. Yên pêşengiyê bikin jinin. Divê bi pêşengiya jinan çalakî û bername pêk bên.”
(mg\hu)