Leyla Guven: Li dijî darbeyê divê eniya demokrasiyê bibe yek - HEVPEYVÎN

12:23
HEVPEYVÎN" class="social-twitter">

Mekiye Gorenç-Şehrîban Aslan/JINHA

AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêvajoya darbeya 15’ê Tîrmehê û rola dethilatdariya siyasî ya di vê de nirxand û got: “yekbûna eniya demokrasiyê bersiva herî mezin a li dijî hewldana darbeya Tirkiyeyê ye. Jin dikarin pêşengiya vê bike. Ji bo ev zîhniyeta darbekar ji Tirkiyeyê bê rakirin dikare destureke bingehîn a demokratîk û Tirkiyeyek ku her kes dikare azad bijî bê afirandin.”

Me hewldana darbeyê û bûyerên piştî wê hatin jiyîn, yên ku bên jiyîn û tiştên divê bên kirin ji hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê pirsî.

*Di 15’ê Tîrmehê de hewldana darbeyekê mijara gotinê bû. Dema pêvajoyê berêjî bê dest girtin Tirkiye çawa hat vê nokteyê.?

Bi salan berê darbe hatin jiyîn û di 15’ê Tîrmehê de hewldana darbeyek din pêk hat. Pêşeroja vê darbeyê dihat zanîn. Heta Tirkiye pirsgirêkên nava xwe çareser neke rîsk û xetereyek wisa her tim heye. Vê hewldana darbeyê her tişt derket holê. Her hikûmeta tê qanûnên ku kesên nêzî xwe diparêze, desthilatdariya xwe diparêze derdixe. Tirkiye bi destura bingehîn a zîhniyeta 12’ê îlonê tê bi rêvebirin. Tevî ku bi salane tê gotin, nehat guhertin. Benda hilbijartinê ya wê demê nehat guhertin. Pêkneanîna van jî ev ku pirsgirêka Kurd çareser nebe.

Bi qanûnên parastî ji aliyê destilatdariyên siyasî ve li dijî Kurdan şer dan meşandin. Heta îro demokratîkbûn nehat runiştin. Ji ber vê jî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ji vê zemînê derket. Desthilatdariya siyasî dibêje sazbûna paralel ev darbe kiriye. Wek tê zanîn operasyonên Ergenekon, Balyoz û Sarizkiz hatin meşandin. Wê demê leşkerên herî bi rutbe hatin girtin. Piştre çibû, kesên ew dan girtin, dan berdan, jê lêborîn xwestin û tazmînat danê. Lê ev nehat lêpirsînkirin. Li tirkiyeyê avabûna leşkerî kirin wek tabu.

*Fettullah Gulen ji aliyê serokkomar Tayyîp Erdogan ve wek berpirsê sereke yê darbeyê hat dîtin û got wê bi awayekî fermî ji DYA’yê bixwazin. Fetullah Gulen jî got bila komîsyonek darbeyê lêkolîn bike, em encamê ji niha de qebûl dikin. Hun di vê mijarê de çi dibêjin?

Ger Fettulah Gulen ji vê darbeyê berpirs be, li gorî lêkolînerên ji asla 1975’an heta niha ev tevger ketiye nava dewletê. Di nav dewletê de hatiye kodkirin. Ji darazê heta polîsan û emniyetê di her cihî de cih digirin. Êdî li derveyê welat jî nûneriyên wan hene. Em beriya 7’ê Hezîranê bibîr bînin. Beriy a7’ê Hezîranê Tayyîp Erdogan ji vê aliyên avabûna paralel re digot; we çi got me kir. Piştre gotin emê koka wan derxin. Tayyî Erdogan heta îro bi awayekî fermî îadekirina Fetullah Gulen nekiriye. Ev piştî darbeyê dertê holê. Ev jî nîşan dide ku tenê ji bo xapandina gel ev hatiye kirin. Deşîfrekirina vê ewqas jî ne zehmete.

Demokrasî ji her kesî re pêwiste

Desthilatdariyeke ku Kurdan hedef digire heye. Armanc îmhakirina Kurdan bû. di 2009’an de hewldan Kurdan têk bibin. Wê demê bi cemaetê re di nav hevkariyê de bûn. Wê demê bi hezaran Kurd girtin. Her roj Qendîl bombe baran kirin. Gotin wê biqedînin. Lê wisa nebû. Piştre 5 sal şûnde hatin berdan. Herî dawî AKP’ê got dadger û dozgerên paralel ev operasyon kirine, dema me ev ferq kir, me hun berdan. Yanî nêzîkatiyên ne cidî pêk hatin.

'Birêz Ocalan hişyar kiribû’

Birêz Ocalan çend sal berê diyar kiribû ku ger pêvajoya çareseriya demokratîk a di pirsgirêka Kurd de pêş nekeve an jî pêvajoya çareseriyê bixetime wê mekanîznameyek darbeyê bikeve dewrê.

*Piştî darbeyê serokkomar banga derketina kolanan li gel kir, hun ji bo vê çi difikirin?

Em îro wek nûnerên tevgera Kurd dibêjin; ger hun di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngavê navêjin û demokrasiyê pêş nexînin wê ev darbe xwe nûbikin. Ev darbe wê li cihekî xwe bide der. Ji ber vê aliyê li ser banga Serokkomar daketin kolanan jî balkêş bûn. Bi bertekên DAIŞ’ê ya li Kurdistan, Kobanê û Şengalê danîne holê re hemane.

'Li Kurdistanê her roj darbe heye’

Em ne biyaniyên vê ne. Li Kurdistanê her roj darbe dibe. Yek ya leşkerî û yek jî ya siyasî heye. AKP darbeyên siyasî pêk tîne û ev hewldan jî ya leşkeriye.

*Di koma ‘Konseya Yurtta Sulh’ kesên li Kurdistanê di operasyonan de cih girtine jî hene. Divê ev rewş çawa bê xwendin?

Gelê li Kurdistanê dijîn li dijî bûyerên piştî darbeyê matmayî neman. Ji ber ev hovîtî li Kurdistanê tên jiyîn. Li Cizîrê mirov hatin şewitandin. Hemû serldanên ji bo hevdîtina bi dewletê re bê encam man. Mirov terkî mirinê kirin. Fermandarên ew şer meşandin îro di bin çavan de ne. Ger dewletê ev avabûn zanibûn çima şandin Kurdistanê, çima şer kûr kir. Ji bo kesên li Kurdistanê ev sûc kirin, her tim digot; wê ev li dadgehê navneteweyî bên darizandn.

*Di çareseriya pirsgirêka Kurd de divê kîjan pêngav bên avêtin?

Li Kobanê, Şengalê çi hat kirin, li Bakurê Kurdistanê jî hat kirin. Êşên Kurdistanê pir kûrin. Hurşît Kulter hîna windaye. Dewlet ji bo wî tiştek nabêje. Ger dewlet çareseriyê difikire û dibêje bila darbe çênebin divê hêzên bê kontrol yê Kurdistanê bike bin kontrolê. Divê demildest heyetek biçe Îmraliyê. Ji bo avakirina cihên hatin hilweşandin û şewitandin peywir dikeve ser milê her kesî.

(gc\hu)