Biryara Rewşa Awerte hat dayîn

10:53

JINHA

ENQERE -Biryara OHAL( Rewşa Awarte) ya 3'ê mehan ku Serokomar Erdogan bi MGK'ê û Lijneya Wezîran da erêkirin bi awayekî lez û bez di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Biryara 3 mehan a Rewşa Awarte (OHAL) ku li ser daxwaza Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û Lijneya Wezîran da erêkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin li gorî benda (b) ya xala 3'an a Zagona Rewşa Awarte ya hêjmara 2935'an û xala 120'an li tevahiya welat ji 01.00'ê 21'ê Tîrmeha 2016'an heta 90 rojan rewşa awarte (OHAL) hatiye îlankirin.

(rc)