Çaglar Demîrel: Ger darbe hatibe çewisandin çima OHAL?

12:27

JINHA

ENQERE - Hikûmetê bi hineta ‘pêşîgirtina hewldana darbeyê’ biryara OHAL’ê girt. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrelê bertek nîşan da û got: “Ger darbe negihiştibe serkeftinê wê demê em dixwazin pirsa ‘Çima OHAL?’ bipirsin. Di vê pêvajoyê de rewşeke ku pêkanîna OHAL’ê bîne ne mijara gotinê bû.” Çaglarê diyar kir ku AKP’ê demekê pesnê xwe dida ku OHAL û rêveberiya teng rakiriye û lê niha hikûmeta AKP’ê dîsa OHAL şûnde anî.

Piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê Tîrmehê de pêk hat şûnde, serokkomar, Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û Lijneya Wezîran civîn pêk anîn û îlankirin ku biryar OHAL’ê ya 3 mehan girtine. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrelê diyar kir ku AKP ji roja ku hatiye desthilatdariyê het aniha pesnê xwe dide ku pêkanînên OHAL û rêveberiya teng rakiriye lê niha dîsa OHAL anî. Çaglarê diyar kir ku bi OHAL 3 mehan re wê Tirkiye bikişe nava koasek mezintir û wê mafên jiyan, çaakî û civînan zêdetir bê astengkirin.

Çaglarê da zanîn ku piştî îlankirina OHAL’ê di rojnameya fermî de hat weşandin şûnde, ev biyar wê herî zêde maf û azadiya jinan asteng bike û got bi derketina derve ya zîhniyeta serdest ya mêr nêzîkariyên zayendperst jî zêde bûne.

‘Divê demokrasî derkeve derve’

Çaglarê destnîşan kir ku pêkanîna OHAL’ê ya li hemû Tirkiyeyê wê pêk bê, dij hiqûqê ye û got hikûmeta ku dibêje darbe hatiye çewisadin, di civîna MGK’ê de biryara OHAL’ê ya ku gel zêdetir dike bin zextan digire. Çaglarê wiha berdewam kir: “Ger ku darbe hatibe çewisandin wê demê divê biryara OHAL’ê nehatiba girtin. Divê demokrasî derketiba holê. Gelê Kurd pêvajoyên OHAL’ê ji nêz ve dizane. Hr wiha pêkanînên OHAL’ê ev saleke li Kurdistanê pêk tê.”

‘Dikare pêkanînên keyfî pêk bên’

Çaglarê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP’ê her tim pesnê xwe dida ku OHAL rakiriye û got: “ Niha dîsa OHAL anî. Bi OHAL a sê mehan re wê Tirkiye bikeve kaoseke mezintir. Wê mafê gel yê çalakî, civîn û jiyanê bê astengkirin. Li aliyekî OHAL’ê îlan dike û li aliyê din jî gel dadixîne kolanan.

‘Çima OHAL?’

Çaglarê bi lêv kir ku ew wek partiyeke ku OHAL jiyane vê qebûl nakin û ev pêvajo bi OHAL’ê nayê çareserkirin û got: “Armanca darbekaran ji xwe kaose. Pêkanîna rewşa awarteye. Ger niha darbe gihiştibe serkeftinê em dixwazin bipirsin ‘çima OHAL?’”

(de\hu)