Sebahat Tuncel: Heya rewşê Ocalan zelal bibe em ê li qadan bin

14:00

JINHA

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel hewldana darbeyê û geşedanên piştî wî nirxand û diyar kir ku di pêvajoyeke wisa de ne OHAL divê demokrasiya radîkal bê pêşxistin. Sabahatê bal kişand li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got ku daxuyaniyên ku Wezareta Dadê dide wan têr nake û wiha axivî: "Li girava Îmraliyê xetere cidî ye. Mafê jiyanê yê Ocalan di xetereyê de ye. Divê heyetek bi lezgîn bişînin giravê."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel bi endamên MYK'ê ve têkîldarî geşedanên dawî li Buroya Şewirmendiyê ya DBP'ê ya li Amedê civîn li dar xist û peyamên girîng da. Sebahatê anî ziman ku di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin, ew li dijî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê û hemû darbeyan in. Sebahatê destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê divê helwest veguheriya çareseriyê rewşa ku derketiye holê wan dixe fikaran û wiha axivî, "Ev hewldana darbeyê bê astengkirin jî li gorî me hê jî dînomîkên darbeyê di dewreyê de ne. Dema ku em li 40 salên dawî ya Tirkiyeyê dinêrin ev dê bi awayeke zelal bê dîtin. Dîsa ev hewldana darbeyê tenê li dijî Serokomar Erdogan û Serokwezîr nîne, li dijî gelên Tirkiyeyê hatiye kirin. Divê li dijî vê yekê têkoşîna hevpar bimeşînin."

'Bi OHAL'ê re hemû gelên Tirkiyeyê di bin pêkûtiyê de tê girtin'

Sebahatê bilêv kir ku piştî hewldana darbeyê OHAL hatiye îlankirin û bi vî rengî hemû gelên Tirkiyeyê di bin pêkûtiyê de tê girtin, ev salek e jixwe bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin pêkanînên OHAL'ê hene. Sebahatê wiha pêde çû, "Fermandarên ku ev saleke dawî ye li li herêmê bûn hatin girtin. Tiştê ku tê jiyîn nîşan dide ku li Cizîr, Nisêbîn, Gever û gelek deverên din polîtîkayên şer ên ku hatin meşandin wekî OHAL'ê bû. Divê rewşa awarte veguhere rewşa asayî. Rawestandina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, nehiqûqiya di mafên mirovan de, îşkence me dixe fikaran."

'OHAL bi demokrasiya radîkal dikare bê asteng kirin'

Sebahatê got ew li bendê bûn ku ev pêvajo veneguhere OHAL'ê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em li bendê bûn ku ev pêvajo veneguhere OHAL'ê, OHAL veguhere azadî û demokrasiyê. Di vê navberê de di pêşerojê de rojên zehmet li pêşiya gelan e. AKP'ê di bin navê têkoşîna bi Fetulahiyan re demokrasiyê dixe xetereyê. Derbe ne bi OHAL'ê, dê bi demokrasiya radîkal bê asteng kirin. Em di vî warî de her kesî hişyar dikin. Ji bo Tirkiye xwe ji vê xetereya derbeyê rizgar bike, tenê riyek heye ne dîktatorî, demokrasî ye."

'Li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî ên aboriyê hene'

Sebahatê destnîşan kir ku piştî hewldana derbeyê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî yên aboriyê tên jiyan kirin û wiha domand, "Saziyên ku dereceyên puanên krediyên Tirkiyeyê peya kirin. Ev dê ewlehiya Tikiyeyê bihejîne. Sedema van pirsgirêkan polîtîkayên AKP'ê ne. Di serî de neçareserkirina pirsgirêka kurd û gelek pirsgirêkî welat veguherande şer. Tenê riyeke rizgariyê heye ew jî çareserkirina pirsgirêka kurd e. Pêvajoya di sala 2013'an de ji hêla Ocalan ve hat destpêkirin rê da ber xwe, lê AKP'ê ji vê riyê derket. Ev rê gav bi gav hat rawestandin. Dijberiya li dijî derbeyê nayê wateya piştgiriya polîtîkayên AKP'ê. Divê me ku dest bi çareseriyê kiribe, em vegerin wir. Divê Tirkiye dest ji dijminatiya şoreşa Rojava berde."

'Pêşeroja kurdan dîl hatiye girtin'

Sebahatê bilêvkir ku îdiayên der barê Girava Îmraliyê de dibe sedema fikarên cidî û wiha got, "Derbekaran got dê 'li hemberî Ocalan hewldaneke derkeve pêş.' Wezîrê Edaletê daxuyanî da, lê têrê nake. Xetereke cidî heye. Mafê jiyanê di binê xetereyê de ye. Divê ev bê wêderkirin. Divê demildest heyetek biçe giravê. Li holê rewşeke ne pê bawer heye, gotinên Wezîrê Edaletê têrê nakin. Heta rewşa Ocalan neyê aşkerekirin, bernameyeke meya çalakiyan heye. Ne tenê şexsê Ocalan, pêşeroja gelê kurd li Îmraliyê dîl tê girtin. Divê hikûmet di vî alî de gavan bavêje. Em ji Ewropayê jî piştgiriyê dixwazin. Di vê der barê de fikarên cidî yên gelên me hene. Hêj parêzeran serî lê didan, her tişt bi biryara OHAL'ê qedexe kirin, fikarên me zêde dike."

'Azadî zêde bibe dê demokrasî bi pêş keve'

Sebahatê balkişand ku pêşerojeke zehmet li pêşiya wan heye û wiha dawî li gotina xwe anî, "Rewşa OHAL'ê li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin. AKP'ê dixwaze bi OHAL'ê rewşa xwe hilde ewlehiyê. Ji bo pirsgirêk bê çareser kirin divê demildest demokrasiya radîkal bê pêşxistin. Her gava li Tirkiyeyê azadî bi pêş keve, dê demokrasî mezin bibe. Dê ji bo pêşketina demokrasiyê têkoşîn berdewam bike. Piştî OHAL'ê dema binçavkirinê derxistina 30 rojî ne li gorî mafên mirovan e. Ev jî dide xuyakirin ku dê hemû cihên jiyanê veguherînin girtîgehan. Em dê li hemberî vê sekna xwe berdewam bikin."

(kom/rc)