Bedîa Ozgokçe:Îmralî xeta me ya sor e
15:12
JINHA
WAN – Parlementera HDP’a Wanê Bedîa Ozgokçe berî Kongreya HDP’a Wanê li Westana Wanê di hevdîtina bi gel re got ku bila demek nêz de ji malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parêzerên wî re desturan hevdîtinê bê dayîn û wiha berdewam kir: “Îmrali xeta me ya sor e.”
Rêxistina HDP’ê berî Kongereya HDP’a Wanê li Westanê bi gel re hatin cem hev. Di navbara wan de parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe û endamên rêxistina DBP’ê, KURDÎ –DER, hevgirtiyên KJA, KCD heye gelek kes hatin cem hev. Hevdîtin bi rêzgirtinê destpêkir û Bedîayê axaftinêk kurt kir û diyar kir ku xebatên wan li Westanê ji aliyê dewletê vê tên astêngkirin. Bedîayê got: “Dewlet dixwaze me ji gel durxe. Civînên me tên astengkirin emê wek HDP’ê xebatên xwe berdewam bikin.”
'Welatê Ewropa jî bêdengin’
Bedîayê da zanîn ku li çara parçê Kurdistanê planên AKP’ê bê encam mane û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Li qadên berxwedanê mirovên me hatin şêwitandin û bajar hatin xirakirin. Dewletên Ewropayê ji vê zilmê re bêdeng man. Li ser hemwelatiya welatiyên Sûrî jî dest bi lîstika kirin. Bi rakirina destnedayîna parlementera hêdî hêdî pergala serokatiyê xistin devrê.”
'Hêzên demokrasiyê di ezmûnan de derbas dibin’
Bedîayê bilêv kir ku di bin navê demokarsiyê de dixwazin darvekin û gel bi çek bikin û wiha pê de çû: “Gotina eger ‘Bi çekbûnî di parlemêntoyê de here ezê qebûlkim’ mirovan ditirsînê. Mirov bi rûhî derkêvîn kolana pir xetere. Niha hêzên demokrasiyê di ezmûnan de derbas dibin.”
'Divê bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin’
Bedîayê di ber dawiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwaza parêzeran û malbatan a hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her tim tê redkirin û wiha got: “Xeta gelê Kurd a sor Îmraliye. Tiştek ji rewşa Birêz Abdullah Ocalan girîngtir nîn e. Dema hewldana darbeyê em ji bo nûçeyên di hatin weşandin em bi gumanbûn. Em dixwazin bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin werin kirin.”
Hevdîtina HDP’ê bi gel re piştî Kongreya HDP’ê bi dawî bû.
(db-hk/dt-hu)