Meral:Di bin navê hemwelatîbûnê de wê kî bê parastin?
09:05
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Hikûmeta AKP’ê ku xwe nêzî peymana Penaberan a Netewên Yekbûyî nake, di carekê de ‘welatîbûn’ avêt holê. Parlametera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê rewş nirxand û got: “bi mijara welatîbûnê re cîhadiyên selefî ku sûcên mezin pe kirine û bi destê xwe xwedî kirine, wê biparêzin. Hewl didin van sûcan jî ji holê rabikin. Ev pir nehat nîqaşkirin lê mijarek gelek cidiye. Ji ber ku bi awayî daxuyaniyek bi pîvan nehat kirin. Di mijara penaberan de divê teqez sînorên hiqûqî hebin. Ev mijarek cidiye. Em bersivê diwazin.”
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan têkilarî penaberên Sûriyeyê de gotibû ‘Emê welatîbûnê bidin’ û pitşî vê ji aliyê welatiyên Tirkiyeyê ve hewldanen lîncê destpêkirin. Sedemenê dayîna welatîbûnê parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaşê vegot. Meralê diyar kir ku Erdogan ji serî de penaberan wek amûra polîtîka derve bikartîne û Erdogan Ewropayê bi penaberan tehdîd dike û daxwazên xwe bidest dixe.
Wek depoya dengan dibîne
Meralê got heman amûra tehdîdê di polîtîkayên hundir de jî tên bikaranîn û ji bo plansaziyên demografîk û hesabên siyasî penaberan dikin wek amûr. Meralê da zanîn ku AKP li ser hesabên desthilatdariyê nêzî meseleyê dibin û got: “Ev ne hesabên rasrin. Ev ne piştgiriyê didin pirsgirêka Kurd û ne jî ne jî fikara Elewiyan ji holê radike. Penaber wê wek hêza kar a erzan bên dîtin. Penaberan wek depoya dengan dibînin û ev jî wan bike hedef. Em vê jî rast nabînin.”
'Divê destpêkê mafê penaberan bê nasîn’
Meralê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hîna statu jî nedane penaberên Sûriyeyê. Penaberên Sûriyeyê penaberên ji bo demekê ne. Yên mafê penaberiyê zêde dibînin niha behsa mafê welatîbûnê dikin. ev jî balkêşe. Ya destpêkê divê bê kirin mafên penaberan divê li gorî standarta cîhanê bê nasîn. Di vir de hesabên desthilatdariyê tên kirin. Ev ne hesabên rastin.”
'Em xeyalên Erdogan yê xalîfetiyê dizanin’
Meralê bi lêv kir ku divê şerê li Sûriyeyê û helwesta Tirkiyeyê bê nirxandin û got: “Tirkiye bû hevkarê şerê li Sûriyeyê û li wir parçebûn afirand. Em xeyalên Davutoglu yên osmanî û yên Erdogan yên xalîfetiyê baş dizanin. Em wek HDP dixwazin ku mafên penaberan bê parastin. Tirkiyeyê peymana têkildarî penaberan a NY’ê Îmze kir lê xwe dikişîne. Tirkiye dibêje yên ji Ewropayê tê wek penaber qebûl dike û yên ji Rojhilata Navîn tê qebûl nake. Ev jî berjwendiyên Tirkiyeyê derdixe holê. Divê Tirkiye peymana NY’ê îmze bike.”
(hu)