Amed li hember tecrîd û OHAL dê derkeve qadan

15:04

JINHA

AMED - Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê ji bo ku tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di hewldana derbeyê de hedef e û jê agahî nayê girtin bê rakirin dê îro û şunde çalakiya 3 rojan a rûniştinê û meşê li dar bixe.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê ji bo ku tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di hewldana derbeyê de hedef e û jê agahî nayê girtin bê rakirin dê dakeve qadan. Bernameya çalakiya derketina qadan li avahiya DBP'ê bi daxuyaniyê hate aşkerakirin.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cebbar Leygara diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibe û ji bo ji vî rewşe derkeve divê bihevre têkoşînê bidin meşandin. Cebbar Leygara anî ziman ku ew wekî HDP û DBP li dijî hemû darbeyan in, qasî li dijî darbeyê ne ewqas jî li dijî OHAL'ê ne. Cebbar destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê tê xwestin dengê muxalîfan bê qutkirin, pêvajoyek ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye rawestandin dijîn. Cebbar bilêv kir ku di pêvajoyeke wisa de ew ê nerazîbûnên xwe yên demokratîknîşan bidin.

Cebbar wiha got: "Divê bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Bi hevdîtinên Ocalan re dê aştî derkeve. Ji bo vê rewş pêk bê dê têkoşîna me bidome."

Wekîlê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Abdullah Eflatun jî diyar kir ku ew ê 3 rojan saet di 19.00'an de li Parka Koşuyolu heta 23.00'yan çalakiya rûniştinê pêk bînin, dîsa di 26'ê jî bi pêşengiya KJA'yê ji AZC Plazayê heta avahiya KCD'ê meşê li dar bixin, di 27'ê tîrmehê jî saet di 17.00'an de ji Parka Koşuyolu kom bibin û heta avahiya DBP'ê ya Amedê bimeşin.

Abdullah da zanîn ku herî dawî dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'e Selahattîn Demîrtaş di 31'ê tîrmehê de li Qada Îstasyonê mîtînga "Ji darbeyê re na demokrasî niha" li dar bixin.

(dt/rc)