‘Em bi darbeyê bi dîmenê têkoşînê darbeya sivîl qebûl nakin’
14:38
JINHA
AMED – Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê balkişand ser hewldana darbeyê û geşedanên piştî wê hatin jiyîn, girtin, komkujî û îşkenceyan û got ev hemû rojên tarî nîşan didin û wiha got: “Em bi darbeyê dîmenên têkoşînê, tasfiyekirina muxalîf û nêzîkatiya darbeya sivîl qebûl nakin. Em dixwazin k udi esasa rêzdariya li dijî azadî û mafan têkoşînek bê esas girtin.”
Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê der barê geşedanên dawî de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hewldana darbeyê ji aliyê gel ve hatiye redkirin û hatiye têkbirin lê desthilatdariyê ji vê pêvajoyê desr dernexistiye û li dijî darbeyê ketiye nava nêzîkatiya darbeyê. Komîsyonê da zanîn ku ne yekem care ku leşker çekê berbi gelê sivîl dibe û wiha got: “Li Kurdistanê pêkanînên OHAL’ê bi awayekî fîîlî hîna hene. Ev pêkanîn îro li her derê Tirkiyeyê xistine meriyetê.”
Hezar û 492 kesî jiyana xwe ji dest da
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Gever û Nisêbînê bi tevahî 821 kesî jiyana xwe jid est daye û li Pirsûs, Zergele, Enqere û Amedê jî, di teqînan de 251 kesî, di înfaz, hilweşîn û çalakiyên protestoyî de 161 kesî jiyana xwe ji dest daye.
‘Rojên tarî nîşan didin’
Di daxuyaniyê de girtin, binçavkirin, winda, tayînakirina kayyuman hat bibîr xistin û got bi îlankirina OHAL’ê re wê ev pêkanînên dij hiqûqê bên rewakirin. Di hewldana darbeyê de ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û hezaran hatin girtin, li ber kamerayan rastî îşkenceyê hatin, ne li gorî nirxên hiqûqê ya gerduniye
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew ne darbeya sivîl û ne jî ya leşkerî erê nakin û gotin ew bi dîmenên têkoşînê nêzîkatiyeke wisa qebûl nakin.
(gc\hu)